• Increase font size
  • Default font size
  • Decrease font size
Search

KNK Kurdistan

Jun11

Daxuyani Bo Rojava

E-Mail Drucken PDF
There are no translations available.

Ji bo Rojavayê, banga hevkarî û piştgirîyê
Yêk ji bilindtirîn bihayên mirovahîyê azadî ye. Xelkê Kurd digel welatîyên xwe bi têkoşîna salan dergehê azadîyê li ser welatê xwe vekirîye. Vê berxwedana dûr û dirêj digel xwe destkevtên bihadar jî înane. Duhî Başûra Kurdistanê bû xwudan statu û îro jî Rojavaya Kurdistanê li ser vê rêyê ye û Kurdistanîyan li Rojavayê rêvebirîyeke xweser ava kirine, di warê leşkerî û polîsî da asayişa welatî temîn kirine, îdareya welatî hilgirtine bin kontrolê. Kurd û Kurdistanî li milekê têkoşîna azadîya xwe û welatê xwe didin, li milê dî ji bo avakirina Rojhilatanavîn ya demokratîk jî bedelên giran didin ku digel azadîyê, aramî û aştîya navçeyê jî pêkbêt. Mixabin ku hêz û dewletên berjewendî û qazanca xwe di têkvedan û arêşeyê da dibînin nahêlin ku li Rojhilatanavîn tenahî, azadî, wekhevî, aştî û dadyarî serdest bibe.

Aktualisiert ( Donnerstag, den 13. Juni 2013 um 21:29 Uhr ) Weiterlesen...
 
Mai29

Daxuyanîya Kombûna Giştî [Civata 13.] ya KNKê

E-Mail Drucken PDF
There are no translations available.

 

27 Gulan 2013, Bruksel

Kombûna Giştî [Civata 13.] ya KNKê ya du rojî [25-26 Gulan 2013] bi biryarên giring bi dawî hat.

Kombûna Giştî ya KNKê di şertên ku hewcehîya neteweyî û welatî ya Kurdistanê di dereceya herî bilind da heyî pêkhat.

Hejmara endamên kesî û organîzasyonî zêde bû. Beşdarîya Kurdistanîyan ya ji her parçeyî û diasporayê gelek bilind bû. Ji Kurdistana Federal ji bilî partî û organîzasyonên polîtîk û sivîl, nûnêrê serokê Kurdistana Federal [Herêma Kurdistanê] û nûnêrê Hukûmeta Herêma Kurdistanê jî amade bûn.

Aktualisiert ( Mittwoch, den 29. Mai 2013 um 17:57 Uhr ) Weiterlesen...