• Increase font size
  • Default font size
  • Decrease font size
Search

KNK Kurdistan

Daxûyanîya Çapemenî 22.05.2010

E-Mail Drucken PDF
There are no translations available.

Dewleta Tirk, siyaseta xwe ya înkar û ji holê rakirinê bi îsrar dide domandin

Dewleta Tirk, li hemberî agirbesta yek alî ya Tevgera Azadiya Kurd ku ev sal û nîv e îlan kiribû re, dîsa bi bombebarandineke gelek dijwar bersiv da. Weke her demê, xeyalên kesên hêviya aştiyê bi vê awayê bi wan re hebû şikand, helwesta xwe ya ku naxwaze aştî û çareserî pêk were, nîşan da.

Artêşa Tirk ku ev bi mehan e hêzên xwe yên eskerî li ser sînorê Başûr kom dike, balafirên keşfê li ser Qadên Parastina Medya difirîne, di vê mijarê de agahiyên demî yên îstîxbaratî ji DYE werdigire, li ser qadên Xakûrkê û Xinêrê êrîşeke hewayî pêk anî. Roja 20ê Gulanê seet di navbera 14:00 û 19:45 an de qadên Şehid Bêrîtan, Şekîf, Lelikan, Gundê Cenetê, Girê Helikopter ên girêdayî Xakurkê û Xinerê bi balafiran hatin bombebaran kirin. Di bombebaranan de 4 Şervanên Azadiyê şehîd ketin. Di van êrîşan de, gele me yê sivîl ên bê parastin jî hedef hatine girtin.


Êrîş nîşan da, ka gelo tişta AKP jê re digote “vekirin” di bingeha xwe de çi ye û vê êrîşê careke din derxiste hole ku maneya “vekirin”ê tesfiye kirina Tevgera Azadiyê ye.


Ev êrîş destpêka konsepteke nû ya li dijî hemû gelê Kurd e. Ev şereke kirêt ku Tirkiye, Îran û Sûriye bi hev re didin meşandin û DYE destek didê ye. Ev êrîş ne tenê li dijî PKKê û li dijî parçeyekê ye. Di bingeha xwe de di kesayetiya PKKê de li dijî hemû Kurdan û hemû parçên Kurdistanê ye. Bêyî cûdahî bixin navbera Bakûr, Başûr û Rojhilat, hemû destkeftiyên Kurdan hedef têne girtin.


Êrîşên ne mirovanê yên dewletên mêjoke yên Kurdistanê di bin destên xwe de digirin, li ber çavên hemû mirovahiyê tên kirin, lê belê ev mirovahî li hember van kiryarên hovane, kerr û lal û kor e.


Em, weke KNK bendewar in ku mirovahî li dijî vê neheqiyê derkeve.

Di pêvajoyekê ku hemû Kurd, hemû parçe û hemû destkeftî tên hedefkirin de, ji her demê bêtir pêwîstiya Kurdan bi yekîtî û hevgirtinê heye.

Li ser vê bingehê, em banga yekîtî û hevgirtinê li Kurdan dikin û ew êrîşa dewleta Tirk a bi bêbextî li dijî qadên Parastina Medya pêk anî, bi tundî şermezar dikin. Tenê bi têkoşîna hevpar û yekîtiya netewiya Kurdan dikare êrîşên wiha bêne rawestandin.



Kongra Netewiya Kurdistanê (KNK)
Konseya Rêveber
22.05.2010