• Increase font size
  • Default font size
  • Decrease font size
Search

KNK Kurdistan

Daxuyanîya encamê Kombûna Mezin [Civata 10.]

E-Mail Drucken PDF
There are no translations available.

Kombûna Mezin [Civata 10.] ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê [KNK], di rojên 23-24ê Gulanê [2010] da li Brukselê pêkhat. Digel mêhvanan 110 endamên KNKyê ji seranserê welat û ji dîasporaya Ewrûpa, Amerîka û Rûsyayê beşdar bûn. Endamên nû amade bûn û sûnd xwarin. Ji başûr Partîya Zehmetkêşên Kurdistanê, Partîya Sosyalîstîya Demokratîk ya Kurdistanê û Bizotneweyî Demokrasîxwazên Kurdistanê bi delegasyonên xwe ve amade bûn û bûne endam. Yêkgirtû Islamî ya Kurdistanê, Partîya Komunîst ya Kurdistanê jî mesaja piştgirîyê şandin. Kombûn bi rojeveke pirs û pirsgirêkên neteweyî, rojhilatanavîn û dinyayê ve tijî hate kirin. Li ser xebata navxweyî ya KNKyê, ji alîyê konseya rêvebir, komisyon û komîteyan ve rapor hatin pêşkêş kirin û riberizên berwer hatin kirin û ji bo xebata paşerojê jî planên xebatê hatin amade kirin.

Kombûna Mezin ya KNKyê salane û asayî bû lê di demekî gelek dijwar û awarte da kombû ku, hem li Kurdistanê, hem li rojhilatanavîn û hem jî li dinyayê bûn û bûyerên giring diqewimîn. Serdestên dinyayê vê gavê bi pirsa ”çeka nukleer” ve mijûl in. Li rojhilatanavîn Iran jî hewildanên xwe yên çêkirina ”çeka nukleer” didomîne û eve ji teref ”cîhana rojavayê” ve nayê qebûl kirin. Ablûkaya li dor Iranê her diçe tête teng kirin ku Irana bi çeka nukleer ji bo xelkê Kurd û Kurdistanê jî tehlîke û gefeke mezin e. Arêşe û problemên li dora Kurdistanê yên li Kafkasya û rojhilatanêzîk rûdidin jî dîrekt tesîrê li ser pêşvehatin, pêşveçûnên û bûn û bûyerên Kurdistanê dike.
Cografyaya Kurdistanê di nîveka pirs û pirsgirêkên piralî yên rojhilatanavîn da ye. Li milekê dewletên dagîrkerên Kurdistanê li nav xwe di nav rekabetê da ne, lê li milê dî ji ber pirsa Kurd û Kurdistanê jî di nav tifaqeke xurt da ne. Ji çarêka dawîyê ya sedsala 20an û bi taybetî jî ji serê sedsala 21ê were pirsa Kurd û Kurdistanê reng û pozisyoneke nû wergirtîye li navçeyê. Bilindbûn û xurtbûna bizava neteweyî ya Kurd ya di vî demî da karekterîstîka şoreşa Kurdistanê nîşan dide ku vê rewşa nû polîtîka dewletên dagîrker ya klasîk serûbin kirîye. Bi taybetî li du parçeyên Kurdistanê pêşvehatinên gelek giring û jîyanî pêkhatin ku vê yêkê hêvîya xelkê Kurd û Kurdistanê ya bi serkevtinê misoger kir. Ji dawîya sedsala 20an pêve avabûna îdareya xweser ya li başûra Kurdistanê û paşê jî wergirtina statuya federal ya di nav Iraqa Federal da hilkevtinek û dînamîzmek îna ji bo hissîyata bi xwe bawerbûna xelke Kurd. Herweha bizava neteweyî ya xelkê Kurd li bakur bi destek û piştevanîya têkoşîna bihadar ya leşkerî, di warê legal da destkevtên stratejîk bi dest ve înan û vê gavê li navçeyeke fireh û bajerên stratejîk desthilata îdareya navçeyî ji destê partîyên sîstemê kolonyalîst derêxistine û herweha di parlementa Tirk da opozisyoneke dînamîk pêkînaye.
Van herdu pêşkevtinên stratejîk motîvasyoneke mezin înaye bizava neteweyî ya xelkê Kurd. Dewletên dagîrker jî li beramberî vê rewşa nû ya xelkê Kurd, ketine nav hewildanên nû. Ji alîyekê ve di nav xwe da êrişkarîya xwe didomînin, lê ji milekê ve jî li ser projeyên ”çareserîya” ku ew dixwazin digerin û paralelî vê jî di nav xwe da tifaqeke antî Kurd û Kurdistan vedihûnin ku bizava neteweyî ya demokratîk bi hev ra bişkênin û tesfîye bikin. Bi taybetî Tirkîye li modelekî ”Kurdê dijî Kurd û Kurdistanê” digere ku vê polîtîkê ne li Iranê encam da û ji xwe bi hilweşandina rejima Seddam jî bi timamî têkçû. Dewletên dagîrker di nav hercûmerca xwe da, ji planên têkvedana nava Kurdan jî nagerin. Li milekê dixwazin hem bi Kurdistana Federal ve di nav têkilîyan da bin, hem jî bi kartên ekonomîk û leşkerî hilgirin binê zeptûrepta xwe û peywendîya xwezayî ya digel parçeyên dî qut bikin û zemînê dijberîya navxweyî ya Kurdan pêkbînin. Di vî warî da dewletên dagîrker di nav leyizeke mezin da ne. Cepheyê seqolî yê Tirkîye, Iran û Sûrîyeyê di bin koordînatorîya Tirkîyeyê da didome û mixabin baskê Ereb yê hukûmeta Bexdayê jî desteke dide vî planê bêyûm. Digel vê pozisyona nû ya dagîrkeran jî têkoşîna bizava neteweyî di çeperekî xurt da pêşve diçe. Prosesa têkoşîna neteweyî rengekî nû wergirtîye û ji bilî çeperê leşkerî, di warê sivîl û demokratîk da jî hemleyên nû dike û însîyatîva têkoşînê wergirtîye destê xwe.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê di rewşeke hinde hessas û nazik da kombûna xwe ya mezin pêkîna. Beşdar li ser rojevê û bûyerên aktûel û herweha pêşvehatinên stratejîk yên li Kurdistanê bi giringî û kûrahî rawestan. Endam wekî hercar li ser giringî û lezînîya tifaqa navxweyî û yêkitîya kamil ya neteweyî sekinîn. Yêkitîya neteweyî wekî garantîya destkevtên neteweyî û prosesa şoreşê hate biha kirin û ji hemû dînamîkên neteweyî hate xwastin ku bu çu rengî firsetê nedine dijmin ku ronahîyeke temetî derzîyê jî di nav rêzên yêkgirtî ya Kurdan da nebîne. Di encama kombûnê da biryarên giring û pêdivî jî hatin standin.


Biryarên Kombûna Mezin [Civata 10.] ya KNKyê:

I. Bakur

Ligel prosesa şer û berdewamkirina lêgerînên tasfîyeyê jî, pirsgirêka Kurdî li Tirkîyeyê hatîye merheleya muzakereya çareserîyê. Munaqeşe û lêgerînên di vî warî da berdewam in. Ji bo zemînê çêkirina dîyalogê û xweşkirina rêya çareserîyê, Koma Civakên Kurdistanê [KCK] çalakîyên eskerî yêkalî dane rawestandin. Ev rewşa bê çalakîyê eve sal û nîv e didome. Herweha alîyê Kurd lêgerînên xwe yê zemîn xweşkirinê jî domandin. Nexşeyekî rê çêkir û pêşkêşî rayedarên dewletê kir. Peyra jî, “Komên Aştîyê” amade kirin û şandin Tirkîyeyê. Hemî çalakî û xebatên xwe yên dî jî, xistin xizmeta zemînê aştî û dîyalogê.
Lê mixabin hukumeta Tirkîyeyê qet gav neavêtin. Ne tenê gav neavêtin, operasyonên polîsî û eskerî xurt kirin û hewildanên tasfîyeyê bi lez xistin. Ev helwesta xwe di qada navneteweyî da jî domand. Hukumeta AKPyê ligel van hewildanên xwe yên xirab jî, bi siyaseteke durû xwast gelê me jî bixapîne.

Hewildanên Dewleta Tirk yên tesfîyeyê di vî demî da xurttir bûne. Ligel Îran û Sûrîyeyê di nava tifaqeke dijî Kurd da ne. Vî demê dawîyê rêvebirîya Îraqê beşê Ereb jî, ketîye nava vê tifaqê. Niha dixwazin Rêveberîya Başûr jî bikin tifaqdarê xwe. Topbarana Tirkîye û Îranê ya li ser Başûr berdewam e. Niha êrişên hewayî jî destpêkirine.

Li ser vê yêkê:
1- Em tifaqa dagîrkeran ya dijî gelê Kurd, êrişên Dewleta Tirk û Îranê yên dijî Hereketa Azadîyê şermizar dikin.
2- Di serî da gelê me, em bang li herkesê dikin ku rûyê AKPyê yê xapînok bibînin û li dijî wê helwest werbigirin.
3- Di warê sivîl da hem şiddeta polîsî dom dike, hem jî dewlet mekanîzmaya dadîyê gelek hişk bi kar tîne dijî polîtîkerên Kurd li Kurdistanê û Tirkîyeyê û vê gavê digel çendek şehridaran, nezîkî du hezaran polîtîker hatine girtin û di girtîxaneyê da ne. Dîsa nêzîkî du hezaran zarok û ciwanên Kurd ku dijî erişên dewletê berxwedaneke militanî nîşan dane vê gavê girtî ne. Herweha rêberê KCKyê birêz Ocalan di bin îşkenceyeke piralî û sîstematîk da ye û mafên huqûqî û qanûnî yên heyî jî nadinê û bi her alî asteng dikin. Em van kiryarên dewleta Tirk û hukûmeta AKPyê protesto dikin û bangî wan dikin ku hemû girtîyên polîtîk berdin û daxwazên demokratik yên xelkê Kurd bi cih bînin.
4- Berxedana gelê Kurd ya li hember hemû êrişên dagîrkeran heq e û mafekî rewa ye. Em bang li rayedarên Tirkîyeyê dikin ku dev ji şer berdin û rêya dîyalogê bingeh bigrin û vê meseleyê bi usûlên demokratîk çareser bikin.
5- Em bang li Rêberîya Başûr jî dikin ku li dek û dolabên dewletên dagîrker yên dorberê hişyar bin û bi şuûreke neteweyî firsetê nedine leyizên dijminan.
6- Em bang li bîr û rehîya giştî ya navneteweyî jî dikin ku rastîya gelê Kurd û êrişên dagîrkeran bibînin û ji bo çareserîyeke aştîyane hewil bidin.


II. Rojhilat
1. Rejima islamî ya Iranê ev demekî dirêj e ku şiddet û êrişkarîya xwe ya li ser xelkê Kurd înaye dereceya herî bilind. Li milekê bombardumana xwe ya ji erd û esmanî didomîne, li milê dî jî daku xebata sivîl û demokratîk bişkêne dest bi îdaman kirîye. Heta nihe ji deha zedetir têkoşerên azadîya Kurdistanê îdam kirin. Em vê polîtîka hovane ya rejima îslamî ya Iranê bi xurtî rûreş û şermizar dikin û bangî wan dikin ku rojek zûtir van îdaman rawestinîn.
2. Em di serî da girtîyên polîtîk û hemû têkoşerên azadîyê, piştgirîya xelkê me yê Rojhilatê dikin. Têkoşîna wan rewa ye û em heta dawîyê digel wan e.
3. Rejima islamî ya Iranê divêt digel rêvebirîya polîtîk ya Kurd rûne ser maseyê û pirsa xelke Kurd, bi diyaloga digel pêşengîya polîtîk ya Kurd çareser bike.
4. Em bangî rejima islamî ya Iranê dikin ku guh bidine hemû xelkên cîhanê û prosesa çêkirina “çeka nukleer” bisekinînin û vê projeya ku dê ji bo hemû xelkên navçeyê mirin û nemanê bîne, betal bikin.


III. Başûr
1. Başûr û destkevtên li başûr her bi çi rengî be divêt bêne parastin.
2. Kurd li hemberî tifaqa sêqolî [Tirkîye-Îran-Sûrîye] bêdeng nemînin û li ser planên wan yên birandêr hişyar bin û piştevanîya xwe ya bi bizavên beşên dî ra xurt bikin.
3. Azadîya bîr û ramanê bête parastin û herweha zulma li ser jinê bête bi dawî kirin û mafên kêmanîyên etnîkî û dînî bêne garantî kirin û parastin.
4. Pirsa Kerkûke û maddeyê 140 yê makqanûna Iraqa Federal nehêlin ku bête ji bîr kirin û ji bo bi cih înanê jî xebata xwe bidomînin.
5. Di warê yêkitîya neteweyî da hewildanên ji bo komkirina “Konferansa Yêkitîya Neteweyî” bêne xurt kirin û gav bête avêtin.
6. Hemû hêzên başûr li Bexdayê yêkdeng bin û bi tifaqeke xurt ya navxweyî pozisyona xwe ya neteweyî biparêzin ku bikarin hebûn û destkevtên xwe garantî bikin.

IV. Rojava
Rejima Sûrîyeyê ev demekî dirêj e zext, şiddet, girtin û îşkenceyên xwe li ser gelê me yê Rojavaya Kurdistanê zêde kirine. Polîtîka rejimê ya li ser Kurdan, niha vegerîyaye polîtîka salên 1960an. Kemera Erebî dîsa ve tête nûkirin û Kurd ji cih û warên xwe têne derxistin, şûna wan Ereb têne bicihkirin. Qanûnên nû derxistine ku kirîn û firotina mal û milkî li Kurdan qedexe kirine. Sedhezaran Kurd niha jî bê nasname ne. Sedan girtîyên polîtîk yên Kurd di zîndanên Sûrîyeyê da di bin îşkenceyê da ne.
Li alîyê dî rejima Sûrîyeyê bi Tirkîye û Iranê ra di nava tifaqeke dijî Kurd da ye. Di warê navneteweyî da jî, dijî Kurdan helwesta xwe berdewam dike.
Rejima Sûrîyeyê niha polîtîka valakirina Kurdistanê daye destpêkirin. Bi destê çeteyan, Kurdan ji welatê wan radikin û berê wan didin Ewrûpayê. Bi vî awayî dixwazin Kurdistanê vala bikin. Heke pêşîya vî karî neyê girtin, di nava demekî ne dirêj da, beşê Rojavaya Kurdistanê dê bête vala kirin.
Li ser vê yêkê:
1. Em êriş û polîtîkên rejima Sûrîyeyê yên nemirovî şermizar dikin.
2. Em bangî rayedarên Sûrîyeyê dikin ku bi nûnêrên Kurdan ra bikevin nava diyalogê û pirsgirêka Kurdî bi şêweyekî demokratîk çareser bikin.
3. Em piştgirîya xwe, di serî da li girtîyên polîtîk û hemû têkoşerên azadîyê û bi xelkê me yê Rojavayê ra diyar dikin. Têkoşîna wan rewa ye û em heta dawîyê digel wan e.
4. Em bangî xelkê xwe yê Rojavayê dikin ku li ber van polîtîkên nemirovî û hovane yên rejima Sûrîyeyê derkevin û di nava têkoşîna azadîyê da cihê xwe bigirin û welatê xwe terk nekin.
5. Em bang li bîr û rehîya giştî ya navneteweyî jî dikin ku rastîya rejima Sûrîyeyê bibînin û li hember polîtîka wê ya antîdemokratîk rawestin û destekê bidine têkoşîna azadîyê ya xelkê Kurd.

V. Belçîk
Ev demekî dirêj e komek dem û dezgehênên Kurdan yên giring li welatê Belçîkê di fealîyetê da ne. Ev dezgehên Kurdan goreyî qanûnên Belçîkê karên xwe dimeşînin. Dewleta Belçîk heta niha bi reftareke demokratîk nêzîkî van dezgehan bû. Kurdan ev helwesta Belçîkê her dem bi pozîtîvî teqdîr kirine.
Lê mixabin di roja 04.03.2010 an da, polîsên Belçîk operasyoneke berfîreh ya neheq û dijî huqûqê, li ser sazî û polîtîkerên Kurd pêkîna. Di heman demî da navenda KNKyê jî, bû armanca vê operasyonê. Em dizanin ku ev operasyone, Tirkîye jî di nav da li ser xwastina hindek welatan hate kirin. Eve operasyoneke huqûqî nebû, operasyoneke polîtîk bû. Kurd û sazîyên Kurdan tiştek li dijî qanûnên Belçîkê nekirine û herdem ji qanûnên Belçîkê ra hurmetkar bûne. Ligel vê, dîsa jî, operasyoneke bi vî rengî neheq, li dijî Kurdan pêkhat. Gelek dostên me yên Belçîkî, dijî vê operasyonê rawestan û şermizar kirin. Em bawer dikin ku piraniya gelê Belçîkê jî, vê operasyonê neheq dibîne û ne ligel e.
Em wekî Kombûna Mezin ya KNKyê [Civata 10.], vê helwesta rêvebirîya Belçîkê şermizar dikin. Heqê xelkê Kurd heye ku ji ber vê reftara bêdad ya dewleta Belçîkê lêborînê ji hukûmeta Belçîk bixwaze.

VI. Dîaspora
Kombûna Mezin [Civata 10.] ya KNKyê herweha bangî Kurdên li derveyi welat, li hemû meydanên dîasporayê dike ku di serî da xwe organîze bikin û hem ziman, kultur û nasnameya xwe ya neteweyî biparêzin, hem jî beramberî êrişkarîya dagîrkeran erkên xwe yên neteweyî bi cih bînin û piştevanîyeke xurt digel têkoşîna li welat tête dan bikin.

VII.
Di encam da em bangî xelkê Kurd û Kurdistanê dikin ku li her beşî li goreyî şert, delîve û imkanên heyî, cepheyên neteweyî ava bikin û digel hêzên demokrasîxwaz yên welatên dagîrker jî tifaqan pêkbînin û têkoşîna xwe ya heq û rewa bidomînin heta ku digihine rizgarî, azadî û demokrasîyê. Herweha ji bo pêkînana tifaqa mezin ya neteweyî ya seranserê Kurdistanê jî divêt hewildan bêyî rawesatan bêne domandin û her bi çi rengî be, rê li ber komkirina “Konferansa Yêkitîya Neteweyî” bête xweş kirin. Heta ku ev amance pêktêt jî divêt xebat neyê sist kirin, diyalogeke xurt, enerjîk û dînamîk bête domandin di navbeyan hemû hêzên neteweyî da. Bi taybetî xebatên di warê sosyal, kulturî, hunerî, edebî, ronakbîrî, ziman û perwerdeyî da divêt bi kombûn, semîner, sempozyum û konferansên hevrayî ve bêne kirin ku ev xebate xizmeta nêzîkbûnê dikin û rêya hevgirtineke neteweyî ya polîtîk jî xweş dikin. Rêxistinên jinên Kurdistanê jî di warê nêzîkkirina dînamikên neteweyî da û herweha pirsgirêkên sosyal û kulturî yên derheqê jinan da dikarin bi her cure hevdîtinan roleke mezin bileyizin. Konferansa Jinan ya li Nîsana îsal [2010] li Amedê hatîye kirin nimûneya vê ye ku ji çaralîyê Kurdistanê û dîasporayê jinên Kurd civandin û hem pirs û pirsgirêkên bi giştî yên jinan hatin gotûbêj kirin, hem jî xizmeta hevdîtineke neteweyî kirin.

24ê Gulanê, herwisa roja damezrandina KNKyê ye û Kombûna Mezin [Civata 10.] selvegera 11. ya damezrandina KNKyê jî li endaman û hemû Kurdistanîyan pîroz dike.
24 Gulan [05] 2010
Kombûna Mezin [Civata 10.] ya KNKyê
Bruksel