• Increase font size
  • Default font size
  • Decrease font size
Search

KNK Kurdistan

Daxûyanîya Çapemenî 16.12.2009

E-mail Print PDF
There are no translations available.

Ji Bo Raya Gişti

Dewleta Tirk bi ‘vekirinan’ konsepta tesfiyekirinê da dest pê kirin û îro, konsept di çarçoveyeke kujerî de tê meşandin. Vekirî û li ber çavên cîhanê, konsept wek komkujiya li dijî gelê kurd dewam dike. Desthilatdariya AKP, di nava xeyalên “Osmaniyên Nû” de, bi zihniyeta nijadperestiya muxalafetê re bûye yek, bê perwa êrîşî îradeya gel Kurd, êrîşî nirx û pîroziyên gelê kurd dike.
Kontrayên JITEMê, li her cihî, li Amed, Muş, Colemêrg, Gever, Cizre û tevahiya bajar û navçeyên Kurdistanê û metropolên Tirkiyê, dibin navên cûda û rengên cûda de wek “mangeyên mirinê” kar dikin û ev kes, ji aliyê dewletê ve tên parastin û xwedî kirin.

Mînaka herî dawî jî, li navçeya Muş Qopê derkete holê. Ferdekî ji “Malbata Korucu” ku bi deh salan e, bi “dewleta kûr” re kar dike, li Qopê, li dijî girseyê ku mafê xwe yê demokratîk bikar dianî bi kar anî. Di encama gulebaran kirina kontrayê JITEMê, 2 kes hatin kuştin, 8 kes jî bi giranî hatin birîndar kirin. Çavdêrên bûyerê, destnîşan kirin ku, ne tenê vî şexsî, polîs û tîmên teybet jî girse gulebaran kirin.

 


Ya balkêş ewe ku, mêrkujê, ne hate girtin, bi helikoptera dewletê, birin Baregeha Eskerî ya herêmê.
Komara Tirkiyê, zarokên Kurd ku kevirekî diavêjin ji 10 salan, heya 27 salan ceza dike. Lê mêrkujê ku 2 kes kuştin 8 kes birîndar kirin, serbest berdan, bi helîkoptera artêşê birin Baregeha Eskerî.. Kes nikarê vê hewldana dewletê, wek ewlekariyê bi nav bike.


Kontrayê JITEMê ku li Qopê, girse gulebaran kir, berdewama çeteyê li Şemzînanê di ser suc de hate girtin e; berdewama polîsên ku li Cizîr û Şirnexê, li Gever û Çelê, panzêr ajotin ser zarok û ciwanên Kurde: berdewama faşîstên li Izmîrê êrîşî konvoya DTPê, li Çanakalê lînca Kurdan û li Stembolê Kurd gulerana kirin e.


Em wek KNKe, rewşa dawî, encama zihniyeta “yek welat, yek millet, yek al, yek ziman”, ku komkujiyên dîrokî pêkanîn û dibin sîwana parlamena Tirkiyê de hat parastin dbînin.


KNKe, helwesta Ewropa, ku wek derguşa mafên mirovan, azadî û demokrasî û xwediyê peymanên gerdûnî ye, ya bêdengiya li hemberî kiryarên sedsala navîn yên Tirkiyê ku di çarçoveya exlaqî, insanî, huquqî de nayên pejirandin, manîdar dibîne.


KNKe, bang li vijdanê mirovahiyê, sazî û dezgehên mafên mirovan û demokrasî, bang li pêşengên hêzên global, Ewropa û Emerîk dike ku, hawara gelê kurd ya jiyaneke bi rûmet û azad bibihîzin û li dijî bextreşiya Komara Tirkiyê ya kujerî, bêdneg nemînin.



Konseya Revebir
ye KNK
16.12.2009