Boykot beramberî dewleta Tirk rawestineke Kurdistanî ye!
Konseya Rêvebir ya KNKyê kombûna xwe kir û ji bo bîr û rehîya giştî ya Kurdistanê û cîhanê ev daxuyanî belav kir.
Doza Kurd û Kurdistanê gihiştîye qonaxeke nû. Guhorîna nexşeyê rojhilatanavîn yê heta niha bi destxistina statuya Kurdistana Federal ya li nav Iraqa Federal derî li nexşeyê nû yê rojhilatanavîn vekirîye. Ev pêla guhorîna nexşeyî bi bilindkirina têkoşîna azadîyê ya ji enîya Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê ve jî dom dike. Bi vê rewşa nû rastîyek bi hemû alîyên xwe ve derketîye meydanê ku prosesa guhorîna nexşeyê rojhilatanavîn dê berdewam be û Kurd dê bi hêz, şiyan û têkoşîna xwe li parçeyên dî jî bibine xwudan statuyeke nû. Di vî warî da hemleyeke nû li bakur dijî dewleta Tirk hatîye dest pê kirin. Pêşengîya polîtîk ya şoreşa xelkê Kurd û Kurdistanê di çarçoveya Tirkîyeyê da biryara deklarekirina ”Otonomîya Demokratîk” daye û ji bo bilindkirina vê hemleya nû ketîye nav xebat û têkoşîneke xurt. Pêşengîya polîtîk daku ev statuya ”Otonomîya Demokratîk” pêkbêt li Tirkîyeyê, teklîfa guhorîna makqanûneke nû kir ji bo Tirkîyeyê. Bi navê dewleta Tirk, hukûmeta AKPyê daku vê gava stratejîk ya bizava neteweyî bloke bike, guhorîneke dekoratîv ya makqanûnê îna rojevê û biryara referandûmê wergirt. Armanca wan ew e ku prosesa çêkirina makqanûneke nû asê bikin ku mafên demokratîk yên Kurdan neyên qebûl kirin. Bi navê xelkê me pêşengîya polîtîk KCKyê û herweha rêberê KCKyê Ocalanî biryara ”boykot”ê dan ku KNKyê jî di daxuyanîyên xwe da îşaret bi biryareke wisa dikir. Berjewendîyên doza Kurd û Kurdistanê, di boykotkirina referandûmê da ye. Bi boykotkirina vê referandûmê, Kurd rê li ber hazirkirina makqanûneke nû vedikin. Daku pozisyona pêşengîya polîtîk xurt bibe ku dewleta Tirk mecbûrî muzakereya çareserîya pirsa Kurd bike, xelkê me divêt neçe ser sindoqê, lê belê ji bo ewlekarîya sindoqan jî divêt rê li ber hîleyên hukûmetê bêne girtin û muşahid bêne wezîfedar kirin li ser sindoqan. Boykot beramberî dewleta Tirk rawestineke Kurdistanî ye û divêt ev pozisyona stratejîk bi hemû xurtî û giranahîya xwe bête nîşandan.
Biryara Kongreya Civata Demokratîk [KCD] ya ”Xweserîya [Otonomîya] Demokratîk” ji bo Kurdan, di şertên îro yên navxweyî, navçeyê û navneteweyî da, teklîfeke maqûl e di prosesa bidestxistina maf û azadîyên Kurdan da. KNK hemû reng formûlasyonên çareserîyê ji bo Kurdan heq dibîne û destekê dide vê biryara KCDyê ku pêşengîya giştî ya bizava neteweyî jî piştevanîyê dike. Di nav şert û mercên îro da, ev teklîfa ”Xweserîya Demokratîk” merheleyeke nû û giring e ku Kurd bikarin bigihine maf û azadîyên xwe yên vê qonaxê. ”Xweserîya Demokratîk” xwe bi xwe îdarekirina xelke Kurd e, lê herweha projeyeke demokratîzekirina Tirkîyeyê ye jî ku eve niyet û daxwaza xelke Kurd ya xêrê û qencîyê îfade dike. Lewma KNK piştevanîya vê projeyê dike û bang li xelkê Kurd dike ku lê xwudan derkevin û bo bi destxistina vê projeyê xebat û têkoşîneke xurt bidin.
Di rewşa nû ya Iraqê da, Amerîka hêzên xwe yên leşkerî paşve dikêşe. Ev gava nû ya Amerîkayê ji milekê ve dê keysî bide hêzên antî Kurd û Kurdistan, ku dijî destkevtên xelkê Kurd bikevine nav hewildanên bêyûm. Lewma Kurd divêt yêkitîya xwe di dereceya herî bilind da rabigirin ku bikarin statuya xwe bi hêza xwe ya neteweyî xurt û garantî bikin. KNK bi armanca xurtkirina pozisyona pêşengîya polîtîk ya Kurd û bi cih înana daxwazên Kurdan yên maddeyê 140 yê makqanûna Iraqa Federal, piştevanîya rêvebirîya polîtîk ya Kurdistana Federal ya di warê têkilîyên Bexdayê û pêkînana hukûmeteke nû da dike.
KNK êriş û operasyonên dewleta Iranê jî ji nezîk ve taqîb dike û bang li dewleta Iranê dike ku dawîyê li van operasyonan bîne ku rê li ber hevdîtinên nû yên çareserîyê vebe û ji bo çareserkirina doza Kurd û Kurdistanê digel rêvebirîya polîtîk ya xelkê Kurd dest bi muzakereyan bike. Herweha KNK daxwazê ji dewleta Iranê dike ku îşkence û îdaman û di şexsê Sakîne Aştîyanî da recima li ser jinan rawestîne.
KNK herwisa bangî dewleta Sûrîyeyê jî dike ku planê xwe yê valakirina Kurdistanê û barkirina bi darê zorê yê xelkê Kurd rawestîne û maf û azadîyên xelkê Kurd qebûl bike û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi pêşengîya polîtîk ya xelkê Kurd ra rûne ser maseyê.
KNK herweha bangî Yêkitîya Ewrûpayê û Dewletên Yêkbûyî yên Amerîkayê jî dike ku piştevanîya bizava neteweyî ya xelkê Kurd bikin û bazirganîya xwe ya materyalên leşkerî ya digel dewleta Tirk bisekinînin û fişarê bibine ser dewleta Tirk ku di çareserkirina pirsa Kurd da gavên çêkirin û pêkhatinê biavêje.
KNK piştevanîya daxwaz û biryarên TZP-Kurdî yên ku di konferansa Amedê da hatine standin dike. Bi vê biryarê ve girêdayî, KNK herwisa bangî xelkê Kurd jî dike ku li van biryar û daxwazên ku TZP-Kurdî îlan kirine xwudan derkeve û di pratîkê da bînin cih.
KNK stratejîya parastinê ya hêzên HPGyê meşrû dibîne, lê herweha jî destekê dide biryara KCKyê ya bêçalakîtîyê li Tirkîye û Kurdistanê. KNK di wê bawerîyê da ye ku ev pozisyona nû ya terefê Kurd şansek e ji bo çareserîya aştîyane û bangi dewleta Tirk dike ku vî keysî di rêya aştî û demokrasîyê da bi kar bîne.
KNK di vî demê nû yê têkoşîna xelkê Kurd û doza Kurdistanê da, wekî hercar giringîyeke mezin dide pêkînana yêkitîya neteweyî. Ji ber vê xwezî û daxwaza xelkê Kurd ya bilind, KNK bangî hemû hêz û dînamîkên Kurd û Kurdistanî dike ku ”Konferansa Yêkitîya Kurdistane” pêkbînin ku pozisyona bi giştî xelkê Kurd beramberî dagîrkerîyê xurt û saxlem bibe.
Konseya Rêvebir ya KNKyê
04.09 2010, Bruksel






