Peymana Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê
(Pejirandin 26.05.1999 Civîna Damezrandinê, guhertin, 23.08.2000 Civîna Duyem, 17.12.2001 Civîna Sêyem, 21.12.2002 Civîna Çarem, 14.05.2006 Civîna Şeşem, 13-14. 12. 2008 Civîna nehem)
Destpêk:
Em nûnerên partî, rêxistinên siyasî, civakî, roşenbîr û kesayetîyên welatparêz yên Kurdistanî ku bi mebesta avakirina dezgeheke bilind ya Kurdistanî, ji bo parastina berjewendî û yekîtiya neteweyê Kurdistanê, di roja 26 Gulan 1999 de li hev kom bûne û vê peymanê îmza dikin.
Statuya dagîrî û kolonyal ya Kurdistanê:
Kurdistan kolonîya navneteweyî ye li rojhilatanavîn. Digel nîrê kolonyalîzma dewletên Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê ya li ser stuyê xelkê Kurd, çar parçetî jî dewam dike. Neteweyê Kurd di bin destê van dewletên dagîrker û kolonyalîst da ye û ji hemû mafên xwe yên neteweyî û demokratîk hatîye bêpar kirin. Herweha bi dereceyên ji hev cuda jî be, li seranserê Kurdistanê, polîtîka şer, îmha û inkarê bi israr tête domandin.
Parçeyê di nav tixûbên fermî yên Iraqa nû da, formekî nû wergirtîye: Di nav Iraqa Federal da, Kurdistana Federal. Lê belê, reftar û pozisyona hukûmeta Iraqa Federal ya merkezî ya ”de facto” ”antî Kurdistan” ji bo doza bi giştî ya Kurdistanê û mafên neteweyê Kurd, di nav xwe da potansîyela tehlîkeyê dihewîne. Lewma di vî warî da jî divêt hişyarîya neteweyî bilind bête girtin.
Kurd yek netewe ye, ku bi pêvajoyeke dîrokî û li ser bingehê yekîtiya niştiman, ziman û çandê li Kurdistane peyda bûye. Ew ji bo rojên azad û çetir, xwedîyê hesta neteweyî, hevî û daxwazên hevbeş e.
Bab û bapîrên Kurdan li Rojhilata Navîn di avakirina şehristaniyê de xwediyên paydariyeke eşkere ne. Kurd, bi dirêjahiya dîrokê re bûne xwediyên çend dewletên ku di bin navên cuda de peyda bûne. Herwisa bi dehan Mîrnişîn jî, navçeyên Kurdistanê ava kirine. Paşê di sedsala bîstan de bûne neteweyekî perçiqandî û ji hemû mafên xwe yên rewa bi taybetî jî piştî dabeşkirina Kurdistanê, di navbera çar dewletan de, bêpar mane. Vê jî Kurd naçar kirin, ku dest bidin hemû rêyên xebatê, ji bo parastina nasnameya neteweyê xwe.
Ligel hemû felaketan jî, gelê Kurd ji bilî Ereb, Tirk û Farisan yek ji çar gelên sereke yên Rojhilata Navîn e.
Rewşa gelên Kurdistanê:
Li Kurdistanê, kêmanîyên Asurî-Suryanî-Kildanî, Ermenî, Cihû, Ereb, Tirkmen, Azerî, Tirk û Faris jî hene. Ew jî hevparên neteweyê Kurd in. Azadî û rizgariya wan, bi azadî û rizgariya neteweyê Kurd ve girêdayî ye. Lewma dijî vî sîstemê hov yê kolonyalîzmê, divêt pêkve xelkên Kurdistanê bêne seferber kirin û organîze kirin. Berjewendîyên wan hemûyan di hilweşandina sîstemê kolonyalîst da yêk e û divêt di nav esprîya cephegirîya neteweyî da hev bigirin û hêzên xwe bikin yêk.
Pozisyona dewletên dagîrker:
Dewletên dagîrker li goreyî berjewendîyên xwe yên dewletî, dijî hevdu di nav rekabet û rikeberîyê da ne. Belêm li ser xalekê berjewendîyên wan hev digirin û bi hev ra hereket dikin. Ew jî Kurdistan û bizava neteweyî ya xelkê Kurd e. Dewletên dagîrker hem yêk bi yêk polîtîkên xwe yên dijî neteweyê Kurd pêktînin û di rê dibin, hem jî bi hev ra û bi koordîne polîtîkên xwe yên hevpar yên dijî Kurd û Kurdistanê di pratîkê da bi cih tînin.
Helwesta li hemberî dagirkeran:
Dijî vê konsepta nû gelek normal û heq e ku dînamîkên neteweyî jî divêt di çarçoveya berjewendîyên neteweyî da bi hev ra û bi koordîne hereket bikin. Karekterîstîkên ”parçeyî” hêj bi timamî ranebûne, lê zeîf bûne. Digel hindê, dewletên dagîrker van tixûbên di nav xwe da, dijî bizava neteweyî ya xelkê Kurd dibezînin. Divêt hêzên neteweyî yên Kurd jî beramberî vê polîtîka nû ya dewletên dagîrker, xwe li ”tixûbên destkir” negirin, tixûban bibezînin û piştevanîya hev bikin û di şkandina vî cepheyê dagîrkeran da, bi rengê enîya neteweyî têkoşînê bidin. Karekterîstîka nû ya şoreşa Kurdistanê ev e û divêt li goreyî vê konsepta nû bête hereket kirin.
Biryara mafê çarenivîsa neteweyî:
Di merheleyên şoreşê da, li goreyî rewş û konjonktura navxweyî û ya derve, li goreyî hêz û şiyan û îmkanên neteweyî dikare ihtimalên kêm zêde ji hev cuda derkevine pêşîya bizava neteweyî ya xelkê Kurd û Kurdistanê. Mafê neteweyê Kurd e ku biryara ”tayînkirina çarenivîsa xwe” bi xwe bide. Eve dikare otonomî, federalîzm, konfederalîzm û serxwebûn be. Di têkoşîna bidestxistina van armancan da, mafê xelkê Kurd heye ku her reng parastina rewa bi kar bîne. Xelkê Kurd herwisa di têkoşîna azadî, wekhevî, dad û dadyarîyê da terorê red dike û bi hemû peymanên navneteweyî yên mafên mirovî ve girêdayîye.
Ji ber vê yekê;
Gelê Kurd ku hejmara wî nêzîkî 45 milyonî ye û di dirêjahiya dîrokê da, li ser axa xwe jîyaye, ji destpêka sedsala bîstan ve bindest û dabeşkirî bûyê û ji mafê diyarkirina çarenivîsa xwe bêpar maye. Ev yek li dijî peymanên navneteweyî, peyama gerdûnî, yên mafên mirovan û hemû prensîb û qanûnên navneteweyî û xwezayî ye.
Ji bo bidestxistin û bikaranîna mafên çarenivîsî û parastina nasnameya neteweyî û yekitîya niştimanî, em vê peymanê radigihînin û eşkere dikin ku em bi vê yekê bi agahdariya cihanî ya mafên mirovan, bi peymanên navneteweyî, peyamên gerdûnî û prensîb û qanûnên navneteweyî ve girêdayî ne.
Beşa yekem:
Kongre, Kurdistan, Gelên Kurdistanê, Mafên Sereke û Mafên Serwerîyê
Bend 1: Kongre
a- Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, ku ji niha û pê ve di vê peymanê de bi navê “Kongre” tê binavkirin, bilindtirîn dezgehê Neteweyî ye; ji nunerên partiyên siyasî, sazî û rêxistinên civakî, çandî û dînî yên Kurdistanî, herwisa ji kesayetiyên serbixwe, bi mercên ku ew hemû vê peymanê bipejirînin pêk tê.
b- Îrade û berjewendiyên xelkên Kurdistanê çavkanîya desthilatîyên vê kongreyê ne, ku li ser bingeh û prensîbên demokratîk tê damezrandin.
Bend 2: Kurdistan û Gelên Kurdistanê
a. Kurdistan, ew welat e ku li ser erdê wê Kurd, bi hemû dîn, dînza, zarav û devokên xwe yên cuda ve dijîn. Ew, ji wan hemû navçeyên bi hev re girêdayî ne ku piranî ji Kurdan pêk tê. Kurdistan yek welat e û parçekirina wê jî ne xwezayî ye.
b. Guhartina demografîya Kurdistanê bi derxistin û bi zor koçkirina her Kurdistanîyek ji her navçeyên Kurdistanê, herwiha anîna xelkên dî û bicihkirina wan di van navçeyan de, ji aliyê dewletên dagîrker ve, karekî ne rewa ye û bi hîç şêweyan naye pejirandin.
c. Gelên Kurdistanê ji van yên jêrîn pêk tên:
• Neteweyê Kurd
• Neteweyên Asûrî-Suryanî-Kildanî û gelên dî yên Kurdistanî wek Ermenî, Tirkmen, Ereb, Tirk, Cihû, Azerî, Faris ku li Kurdistanê xwedîyê hebûneke dîrokî ne û xwe Kurdistanî dihejmêrin.
Bend 3: Mafên Bingehîn
a. Gelên Kurdistanê hemû wekhev in û bi hîç awayan, di warê regez, ziman, dîn, dînza, bawerî, jin, mêr û di derfetên civakî de cudahî di navbera wan de nayê kirin.
b. Zimanê Kurdî zimanê fermî yê Kurdistanê ye.
c. Yên ne Kurd in, lê beşek ji gelê Kurdistanê ne, mafê wan heye ku taybetmendîyên xwe yên etnîkî biparêzin, bi awayekî azad û serbest ziman û devokên xwe pêşbixin, bi hêz û geş bikin, herwiha rêxistin û dezgehan ji bo pêşxistina çanda xwe ava bikin û bi rê ve bibin.
d. Li ciyên ku piraniya xelkê wê Asurî-Suryanî-Kildanî ne, digel zimanê Kurdî zimanê Asurî-Suryanî-Kildanî jî zimanê fermî ye. Herwiha neteweyên dî jî xwedîyê vî mafî ne.
e. Hemû xwedîyên dîn, dînza yên Kurdistanî dikarin wacibên xwe yên dînî, ayînên xwe bi awayekî azad, bi cih bînin, sazîyên xwe yên dînî damezrînin.
Bend 4: Mafê Çarenivîsê
Gelê Kurd mîna hemû gelên cîhanê xwedîyê mafê çarenivîsa xwe ye.
(Guhertin, 23.08.2000 Civîna Duyem)
Herweha Neteweyê Asûrî-Suryanî-Keldanî jî xwedîyê mafê çarenivîsa xwe ye.
Beşa Duyem:
Prensîbên Giştî, Armancên Kongreyê û Pozîsyona Stratejîk
Bend 5: Prensîbên Giştî
a. Kongre, peyama cihanî ya mafên mirovan, prensîbên mafên çarenivîsî û peymana Neteweyên Yekgirtî ku ev prensîb pejirandine, ji bo xwe dike bingeh.
b. Di terkîba endamên KNKyê de, wekhevîya cinsiyetî heye. Ev prensib, di hemû xebatan, hemû komisyon û komîteyan da li ber çavan tê girtin.
c. Dabeşkirina Kurdistanê li dijî îrade û daxwaziyên gelê Kurdistanê çêbûye û mafê diyarkirina çarenivîsa gelê Kurd bin pê bûye.
d. Berjewendiyên sereke yên gelên Kurdistanê ji hemû berjewendiyên parçe û partiyên siyasî yên Kurdistanê bilindtir in.
e. Bi hîç sebebî nabe ku, partî, rêxistin û kes li dijî berjewendiyên neteweyê Kurd, piştgirî û hevkariyê bi dewleteke dagîrkerê Kurdistanê yan bi dewleteke dî re, bikin.
f. Kongre, hemû cureyên hevkarîya bi welatekî dagirker yê Kurdistanê re, ya li dijî bizava azadîxwaz ya neteweyî, sûcê neteweyî dizane.
g. Kongre, şerê di nava partî û rêxistinên Kurdistanê de red û tawanbar dike.
h. Tu partî, rêxistinên siyasî û kes nikarin dest ji hîç parçeyên Kurdistanê berdin.
Bend 6: Armancên Kongreyê
a. Kongre, ji bo bihêzkirina giyanê hevkarî û hevxebatê di nav parçeyên Kurdistanê de, li ser bingehê yekîtiya neteweyî û berjewendiyên sereke yên xelkê Kurdistanê dixebite.
b. Kongre, bi komkirina partî, rêxistin û kesayetiyên niştimanperwer yên Kurdistanê di çarçoveya vê dezgeha neteweyî de, nunertiya gelê Kurdistanê dike.
c. Kongre, hewl dide ku kêşeyên navxweyî û hemû şêweyên nakokî û dijayetiyên di nav partî û grubên siyasî yên Kurdistanî û alîgirên wan de çareser bike.
d. Kongre, hewl dide ku, kêşeyên navbera xelkên Kurdistanê û welatên cîranên wî bi rêya aştî û dostaniyê çareser bike.
e. Kongre, her reng şiddetê red dike, parastina rewa qebûl dike.
f. Kongre ji ber realîteya civata Kurd û Kurdistanê ya paşvemayî, di hemû kar, xebat û organan da ji bo jinan prensîba „diskrîmînasyona pozîtîv“ qebûl dike û bi cih tîne.
g. Kongre, piştgiriya xebata rizgarîxwaz ya neteweyî ya Kurd, li hemû parçeyên Kurdistanê (Tirkîye, Îran, Îraq, Sûrîye) dike û pêşkêşkirina her alîkarîyeke pêwîst, ji bo çareyeke siyasî erkê xwe dizane.
h. Kongre, mîna nûnerê gelê Kurdistanê li ser asta dezgeh û rêxistinên navneteweyî û cîhanî, ji bo bidestxistin û parastina berjewendiyên wê, xebat dike û ji bo vê armancê, ligel rêxistinên siyasî yên Kurdistanî hevkariyê dike.
i. Kongre, hewl dide ku dostanîya di nav gelê Kurdistanê û gelên Ereb, Tirk, Faris û hemû gelên cîhanê de bihêz bike.
j. Kongre, piştgiriya parastina azadî û serbestiyê ji bo hemû dîn, dînza, bîr û bawerîyên li Kurdistanê ne, dike.
k. Kongre, ji bo nûvejîn û geşkirina ziman û çanda Kurdî hewl dide.
l. Kongre, ji bo bicihkirina aştiyê li herêma Rojhilata Navîn û cîhanê hewl dide, herwiha her bi çi navî bin li dijî hemû bîr û bawerîyên nijadperestî û tundrevîyê xebatê dike.
Bend 7: Di têkoşîna neteweyî da pozisyona stratejîk:
Hêz û dînamîkên neteweyî divêt di van xalan da beramberî hevdu bi biryardarîyeke bilind berpirsiyar bin:
1. Berjewendîyên neteweyî yên demokratîk divêt di serê her tiştî da bêne girtin.
2. Hebûnên neteweyî divêt bêne parastin û lê xwudan derkevin û rêz li sembolên neteweyî bête girtin.
3. Di têkoşîna dijî dewletên dagîrker û kolonyalîst da, li ser hisaba rêxistinên dî yên neteweyî divêt nekevin nav hisabên teng û rêxistinî.
4. Digel rêxistinên neteweyî her bi çi rengî be di nav dîyalogê da bin.
5. Piştevanîya hêzên neteweyî di dereceya herî bilind da bête ragirtin.
6. Kerkûk û hemû tixûbên Kurdistanê beramberî dagîrkeran her bi çi metodî be bi hev ra bêne parastin.
7. Şerê di navbeyna hêzên neteweyî da, wekî sûcê neteweyî bête qebûl kirin.
8. Her kîjan hêza neteweyî li ser têkçûna hêzeke dî ya neteweyî bikeve nav pratîkeke şaş, divêt wekî alarmeke sor bête qebûl kirin û beramberî vê ji rêya neteweyî derketinê, hemû dînamîkên neteweyî di nav alarmê da bin û refleksa parastina berjewendîyên neteweyî bi rengekî aktîv û lêveker nîşan bidin û rê li ber şkestina navxweyî ya neteweyî bigirin.
9. Ji bo ku yêkitîya neteweyî ya demokratîk mayînde bibe, divêt organîzasyonên wekî meclis, platform, kongre û yên dî bêne pêkînan.
Beşa Sêyem:
Endametiya Kongreyê û Sond
Bend 8: Endametî
(Guhertin, 23.08.2000 Civîna Duyem)
a. Herkesê 18 salî yê/ya ji reng, bawerî, cinsiyet û neteweyên cuda yên Kurdistanê, dikare bibe endamê KNKyê.
b. Kes û rêxistinên faşîst û kevneperest, nikarin bibin endamên KNK.
c. Kesên ku bi cezayên kriminalî hatine cezakirin nikarin bibin endamên KNKyê. Yên ku sûce kriminaliyê li ser sabit bûyî ji endametiyê tên derxistin.
d. Kesên du jin heyî nikarin bibin endamê KNKyê, yên du jin heyî ji endametîyê têne derêxistin.
e. Kes û rêxestinên ku bi kiryarên xwe ve zerarê digihînin yekîtiya neteweyî nikarin bibin endamên KNKyê, endamên wisa jî têne derxistin.
f. Partî, rêxistin, sazî û kesayetiyên serbixwe yên niştimanperwer ku beşdarî civata damezrandina kongreyê bûne û peymana wê dipejirînin, dibin endam.
g. Parti û rêxistinên sîyasî yên ku endamên wan di KNKyê de nînin, dikarin têde bibin endamên çavdêr. Dikarin dîtinên xwe di civînan de bînin ziman lê mafê wan yê dengdayînê nîne.
h. Civata Giştî dikare endamên nû ji bo Kongreyê bipejirîne.
i. Partî, rêxistin û sazîyên endamên KNKyê, çawa ku endamên xwe ji bo endamatiya KNKyê destnişan dikin, wiha jî xwedi maf in ku endamên xwe biguherin
j. Kongre biryar dide ku her partiyek, rêxistinek û dezgehek, çend nûnerên wana hebin û bi çi şêweyî nûneriya wana tê kirin û hilbjartina endamên serbixwe çawa dibe.
k. Civata Giştî di paşerojê de peyreveke taybetî ji bo hilbijartina endamên xwe amade dike.
Bend 9: Sond
a. Hemû endamên Civata Giştî sond dixwin, dîwana demî ya Civata Giştî biryarê li ser awayê sondxwarinê dide.
b. Sond ev e:
Ez bi rûmeta xwe sond dixwim ku ez dê herdem niştiman û berjewendiyên gelê Kurdistanê biparêzim û ji bo pêşvebirina xelkê Kurdistanê xebatê bikim; ez dê bi peymana Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ve girêdayî bim.
Beşa Çarem:
Dezgehên Kongreyê
Bend 10: Dezgehên kongreyê
(Guhertin, 13-14. 05.2006 Civîna şeşemîn)
1. Civata Giştî
2. Konseya Rêvebir
a. Komisyona Karê Derve.
b. Komîsyona Jinan
c. Komisyona Ziman, Perwerde, Çand û Hunerê
3. Komîteya Huqûqa Navxweyî
Bend 11: Civata Giştî
(Guhertin, 13-14. 05.2006 Civîna şeşemîn)
a. Civata Giştî bilindtirîn organa kongreyê ye, ji 135+15 (Ev 15 endame ji teref Konseya Rêvebir ve li goreyî hewcehîyê têne tesbît kirin) = 150 endaman pêk tê. Ji bo du salan tê hilbijartin û salê carekê bi awayê asayî kom dibe. Li ser pêşnîyara Konseya Rêvebir, Civata Giştî dikare hejmara endaman biguhere.
b. Li ser daxwaza Konseya Rêvebir yan jî ya 1/5 ji endamên Civata Giştî, kombûna awarte tê kirin.
c. Kombûnên Civata Giştî bi amadebûna zêdetir ji nîvê endaman pêk tê û dikare biryaran bide.
d. Civata Giştî, di her civîna xwe ya giştî de serokekî /ê , du cihgirên wî/ê û du nivîseran ji bo dîwanê hildibijêre.
e. Civata Giştî, li ser pêşniyaza 1/5 ji endaman yan ya Konseya Rêvebir, bi piraniya dengên endamên xwe dikare berî dawiya dema xwe, biryara nûvekirina xwe bide.
f. Civata Giştî li ser pêşniyaza 1/5 ji endamên xwe yan jî li ser daxwaza Konseya Rêvebir, tenê ji bo carekê, bi mercên ku ji salekê dirêjtir ne be, dikare biryara dirêjkirina dema xwe bide.
Bend 12: Erk û Desthilatiyên Civata Giştî
(Guhertin, 13-14 .05.2006 Civîna şeşemîn)
a. Hilbijartina Serokê/a Kongreyê, endamên Konseya Rêvebir û endamên Komîteya Huqûqa Navxweyî.
b. Pejirandin an redkirina projeyên ku ji aliyê Konseya Rêvebir an ji aliyê endamên Civata Giştî ve tên pêşkêşkirin.
c. Guhartina peymana Kongreyê, bi dengên ji nîvî yek zêdetirên endamên Civata Giştî ve tê kirin.
Bend 13: Serok
(Guhertin, 13-14 .05.2006 Civîna şeşemîn)
a- Serokê/a kongreyê, kongreyê temsîl dike û li hember Civata Giştî berpirsiyar e.
b- Serokê/a Kongreyê, ji aliyê Civata Giştî ve, bi dengên ji nîvê endaman pirtir, tê hilbijartin. Di du gerên pêşî de eger tu namzet nîvê pirtir dengan nestînin, di gera sêyem de, du namzetên di gera duyem de pirtir deng standin, beşdar dibin û yê/ya piraniya dengan distîne tê hilbijartin.
c- Serokê/a Kongreyê ji bo du salan tê hilbijartin.
Bend 14: Konseya Rêvebir
(Guhertin, 13-14 .05.2002 Civîna şeşemîn)
a- Konseya Rêvebir, li hember Civata Giştî berpirsyar e.
b- Konseya Rêvebir, organa rêvebiriyê ye û biryarên Civata Giştî û hemû kar û barên kongreyê rêve dibe.
c- Konseya Revebir, ji 15 kesan (Serokê/a Kongreyê û 14 endam) pêk tê.
d- Endamên Konseya Rêvebir ji aliyê Civata Giştî ve, ji bo du salan tên hilbijartin
e- Konseya Revebir, ji nav endamên xwe çar cihgirên serok, berdevkekî / ê û serokên komîsyonan hildibêjêre.
f- Konseya Revebir kar û xebatên ragihandinê, aborî û darayî tenzîm dike û dimeşîne.
g- Konseya Rêvebir her sê mehan carekî bi awayê asayî kom dibe.
h- Di rewşa awarte de li ser daxwaza serok yan jî, ya 1/3 ji endaman kom dibe.
Bend 15: Erk û Desthilatîyên Konseya Rêvebir
(Guhertin, 21.12.2002 Civîna Çarem)
a. Bicihanîna biryarên Civata Giştî.
b. Pêkanîna çalakiyan ji bo bicihanîna armancên Kongreyê
c. Çareserkirina kêşe û nakokiyan di navbera partî û grubên siyasî yên Kurdistanê de.
d. Amadekirina butçeya kongreyê û pêşkêşkirina wê, ji Civata Giştî re.
e. Amadekirina proje û pêşniyazên pêwîst ji Civata Giştî re.
f. Konseya Revebir, goreyî pêwîstiyan dikare komîte û buroyan ava bike.
Bend 16: Vekişandina Dengê Bawerîyê û Hilbijartina Serokê/a Nû
a. Konseya Rêvebir li hember Civata Giştî berpirsyar e.
b. Civata Giştî dikare bi piraniya dengên endamên xwe baweriya xwe ji Serok û ji Konseya Rêvebir bikşîne.
c. 1/5 ji endamên Civata Giştî dikarin daxwaza vekişandina baweriyê ji Serok û Konseya Rêvebir bikin.
d. Bi mirin yan dest ji karberdana serok, Civata Giştî bi awayekî awarte ji bo hilbijartina serokekî/a nû kom dibe.
Bend 17: Komisyonên Kongreyê
(Guhertin, 13-14 .05.2006 Civîna şeşemîn)
a. Hemû komisyonên ku di paragrafa duyem li benda dehan da hatine destnîşan kirin, herî kêm ji 7 endaman pêk tên .
b. Serokên komisyonan ji nav endamên Konseyê, endamên komîsyonan ji nav endamên Civata Giştî, ji aliyê Konseya Rêvebir ve, ji bo du salan tên hilbijartin.
c. Ev komisyon bi şêweyê asayî her çar mehan carek kom dibin. Serokên komisyonan jî, ji sêyan yek ji endaman, dikarin daxwaza kombûnên awarte bikin.
d. Endamên van komisyonan nikarin bibin endamên zêdetirê du komisyonan.
e. Serokên her yek ji van komisyonan plan û projeyên xwe ji bo pejirandinê ji Konsêya Rêvebir re dişînin.
Bend 18: Erk û Desthilatiyên Komîsyonan
(Guherin, 13-14 .05.2006 Civîna şeşemîn)
Her komisyonek ji van komîsyonên jêrîn di bin çavdêrîya Konseya Rêvebir de, ji bo pêkanîna armancên vê peymanê li hember Konseya Rêvebir berpirsiyar in.
1. Komisyona Karê Derve; di warê têkiliyên derve de erkên xwe, bi hevkarî û şêwirmendiya Konseya Rêvebir bi cîh tîne.
2. Komisyona Jinan; ji bo azadîya jin û parastina mafên wan dixebite.
3. Komisyona Ziman, Perwerde, Çand û Hunerê;
a. Piştgirîya plan û projeyên pêwîst, ji bo pêşxistin û geşkirina warên roşenbîrî, çandî û hunerî yên Kurdistanê dike.
b. Hewl dide ku huner, çand û perwerdeyê li derve û li hundurê welat geş bike û
c. pêş bixe. Herwisa ew hewl dide ku zaravayên Kurdî bên parastin, lê ji bo xurtkirin û sazkirina zimanekî Neteweyî û yekgirtî xebatê dike.
d. Li ser perwerdeya Zimanê Kurdî radiweste, bi hemû dezgehên di vî warî de dixebitin re, hevkarîyê dike û wan koordîne dike.
Bend 20: Komîteya Şêwirmendîyê
(Guhertin, 23.08.2000 Civata Duyem û 21.12.2002 Civîna Çarem)
a. Komîteya Şêwirmendîyê ji aliyê Konseya Revebir ve tê destnîşan kirin. Endamên wê herî kêm 13 kes in.
b. Komîteya şêwirmendîyê serokek û sekreterek ji bo du salan hildibijêre.
c. Ev komîte li ser kêşeyên Neteweyî û navneteweyî nêrîna xwe ji bo Konseya Rêvebir diyar dike.
d. Ev komîte bi daxwaza serokê/a xwe, serokê/a Kongreyê yan ji nîvî zêdetirê endamên xwe kom dibe.
e. Ev komîte ji bo rêkûpêkîya karên xwe peyrevek hundurîn amade dike.
Bend 21: Komîteya Huqûqa Navxweyî
(Guhertin; 13-14 .05.2006; Civata şeşemîn)
a. Komîteya Huqûqa Navxweyî, ji pênc (5) endamên esil û ji du cihgiran pêk tê û ji bo du salan ji aliyê Civata Giştî ve ji nav endamên Civata Giştî tên hilbijartin.
a. Endamên Komîteya Huqûqa Navxweyî di tu dezgehên din, yên Kongreyê de cih nagirin.
b. Endamên vê komîteyê, ji nav xwe serokekî/a û cîgirekî/ê ji bo 2 salan hildibijêrin.
c. Biryarên vê komîteyê, bi piraniya dengên endamên xwe tên girtin.
d. Konsêya Rêvebir, dikare ji bo bicihanîna karekî ne di rê da, daxwaza civîna vê komîteyê bike.
e. Biryarên Komîteya Huqûqa Navxweyî ev in:
1. Redkirina daxwaza Konseya Rêvebir.
2. Balkişandin, yan hişyarkirina gilîkirî
3. Rawestandina endametiya gilîkirî, ji bo demeke diyarkirî.
4. Derxistina gilîkirî, ji Kongreyê bi awayekî herdemî.
f. Gilîker û gilîkirî, dikarin biryarên Komîteya Huqûqa Navxweyî ji bo biryara dawî bibin Civata Giştî.
Beşa pêncem:
Çareserîya kêşe û nakokiyên di nav hêzên Kurdistanê de
Bend 22: Awayê Çareserîya Kêşe û Nakokîyan
1. Kongre hewl dide ku ji bo her cureyên alozî û nakokiyên siyasî yên di nav hêzên Kurdistanî de, bi rêya danûstandinan çareyan bibîne û aştiya Neteweyî bi cih bike .
2. Ger nakokiyek bibe sebebê bihevçûn û serê çekdarî, kongre hewl dide ku bi awayê jêrîn van nakokiyan ji holê rake.
a. Daxwaza rawestandina şer û bi nekaranîna çekan li dijî hev.
b. Konseya Rêvebir, aliyê ku bi daxwaza rawestana şer qayil nabe, agahdar dike ku helwesta wî ji bo berjewendiyên Neteweyî zerar e.
c. Eger ew alî li ser helwesta xwe ma û guh neda daxwaza Konseya Rêvebir, kongre helwestên pêwîst li hember wî digre û ji bo zelaliyê piştî lêkolinan raporek ji aliyê komisyoneke bê alî ve ku serok û endamên wê ji teref Konseya Rêvebir ve tên binavkirin, eşkere dike.
Beşa Şeşem:
Çend bendên giştî:
Bend 23: Cih û demê avakirinê
Civata Giştî di 24-26 Gulan 1999 an de, li Holanda li bajarê Amsterdamê kombûna xwe ya damezrandinê pêkanî, piştî gengêşî û danûstandinan ev peymana Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê pejirand.
Bend 24: Cihê Kongreyê
a. Kongre û dezgehên wê, heta vegera Kurdistanê, bi awayekî demî li paytextê Belçîk Brukselê cih digirin.
b. Konseya Rêvebir dikare cihê dezgehên xwe biguhere.
Civata Giştî ya
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê
26 Gulan 1999






