SERSALA 2010 an PÎROZ BE
Sala 2009an, bû sala serketina gelê Kurd. Lê, biqasî serkeitinê jî, zordestiyeke mezin li dijî gelê kurd hate meşandin. Lewra em dikarin sala 2009an, di nasnameya azad, felsefeya jiyana bi rûmet û pêkanîna xeta siyasî de, wek serketina gelê Kurd, bin av bikin û berdewama zihniyeta kujerî ya dewleta Tirk, Îran û Sûrî ku di rojên dawî de, bi awayên terorî û hovane li dijî gelê Kurd bi nav bikin.
Vê helwesta serketî, bi dewleta Tirkiyê û desthilatdariya AKPê da qebul kirin ku ew niakrin siyasetên inkarê bidin meşandin. Lê car din, li dijî îradeya gelê Kurd operasyonên terorî hatin lidarxistin. Bi sedan zarokên Kurd di girtîgehan de ne.
Di sala 2009an de, rastiyeke din derkete holê ku bazirganî û sudewairya bazrigan her dem roleke li dijî gelê krud teva dilîze û ji sedema xaka Kurdistanê ya dewlemend û stratejî, hêêzn navnetwyeî jî, bextreşiya li dijî gelê Kurd didomînin.
Hemberî ku gelê kurd bi têkoşîne rûmetdarî dijberiya xwe tîne ziman jî, derkete holê ku pêdiviya hevgirtin û yekîtiya gelê Kurd heye.
Em weke KNKe, hêvî dikin ku gelê kurd, hêzên kurd yên çar parçeyan ev rastî dîtibin û bêyî dereng bimînin, di destpêka sala 2010an de, ji bo yekîtiya neteweyî biekvin nava heldanan.
KNKe, destnîşan dike ku, pêşengiya Yekîtiya Neteweyî, bêhtir ji her parçe û hêzan dikevê ser milê desthilatdariya Herêma Federal a Kurdistanê. Ji ber ku KNKe jî di nav de, hêzên din jî, çend sal in ku banga Konferansa Neteweyî dikin. Em baş zanin ku Desthilatdariya herêma Federal a Kurdistanê di nava heman dilsozî û xweşbîniya pêkanîna Konferansa Neteweyî de ye. Konjoktura cîhanî, hoy û mercên pêkanîna Konferansa Neteweyî hene û Kurd dikarin vê gava dîrokî biavêjin.
KNKe, dibêje ku, Konferansa Neteweyî bidestxistina çarenûsa azad û cih girtina rûmetdarî a di nava malbata cîhanê de ye. Bi hêviya ku hêzên Kurd teva, li destketî û helwesta xêrdinî û pîroz ya hevkarî û biratiya gelên Kurd, xwedî derkevin û mîna sala 2009an, li dijî lîstik û kîndariya bextreş ya dijminên dagirkerên Kurd û Kurdistanê, şiyariya xwe, bi hişmendiyeke zanistî û dîplomatîk bidomînin.
Em weke KNKe, têkoşîna gelê Kurdên Bakurê Kurdistanê, ya li dijî operasyonên terora dewletê ku li hemberî îradeya gelê Kurd pêktînin silav dikin û dewleta Tirkiyê û desthilatdariya AKPê jî bi tundî şermezar dikin.
31.12.2009
Serokatiya Kongra Netewiya Kurdistan






