• Increase font size
  • Default font size
  • Decrease font size
Search

KNK Kurdistan

Daxûyanîya Çapemenî 01.09.2010

Envoyer Imprimer PDF
There are no translations available.

JI RAYA GISTÎ RE

Di salvegera roja astiya cîhanê 1ê 1 Êlûnê de, bêhtir ji her demê pêdiviya mirovahiyê bi astiyê heye. Di rojeke wiha de, mirovahî jî bêhtir ji her demê hêviyên astîxwazî tîne ziman.Em wek Kongra Neteweyî a Kurdistanê, KNKe, di van rojên ku tofanên xwezayî û hêzên dagirker, dibine sedema nalên û qîrêna hawarî ya mrovahiyê;  bi hêviyên ku vijdanê mirovahiyê bi evîna astî û demokrasiyê bikevê nava tevgerê û astiyeke mayînde li tevahiya cîhanê, Kurdistan û Rojhilata Navîn sazkar bikin, pîroz dikin.

 


Di roja astiya cîhanê, 1ê Êlûnê de, li Rojhilata Navîn û li welatê me Kurdistanê jî, mixabin hêzên dagirker, bayê serxwaziyê dibalivînin. Hemberî ku hatiye fêm kirin, çareseriya pirsgirêka Kurd bingeha astî û aramiya herêmê teva ye û Koma Civakên Kurdistanê KCKe, bi dilsoziyeke mezin “bêçalekîtî” îlan kiriye, hêviyên gelên li herêmê yên astiyanê gûr û ges kirine; hêzên dagirker yên herêmê, pirranî Tirkiye û Îranê êrîskeriyên xwe yên kujerî di rengê provakatorî de dijwar kirine.

 

 

Bêguman îlan kirina “bêçelekîtiya” KCKê, hêviyên astiyê gûr û ges kirin û nîqasên çareseriya pirsgirêka bingehîn ya herêma Rojhilata Navîn, pirsgirêka Kurd jî, di asta herî bilind de dane destpêkirin. Dilsoziya astiyane û nîqasên derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de, li çar parçeyên Kurdistanê jî dilxwesiyeke mezin derxiste holê.  Vê dilxwesî û dilsoziyê, mijara herî giring ya Kurdan, Konferansa Neteweyî, di çarçoveya pêkanînê de, kire rojevê.  Ev teva, ji bo dahatuya gelê Kurd û jiyana bi rûmet û azad a gelê Kurd hêviyên mezin in.

Lewma di salvegera roja astiya cîhanê 1ê Êlûnê de, mirov dikare bêje ku,  bi çend awayên cûda bayê astiyê dibalive. Lê dive ku em ji bîr nekin, ligel bayê astiyê, bayê serxwaziyê û otorîteya kujerî jî, ji aliyê  hêzên dagirker yên Tirkiyê û Îranê  ve tê balivandin. Nîsaniya vê jî ewe ku li hemberî “bêçalekîtiya” KCKê, dijwar kirin û berfireh kirina operasyon, topbaranên eskerî yên Îranê û Tirkiyê ne. Ev tê wateya ku Tirkiyê û Îranê astiya li herêmê û cîhanê sabote dikin û gunehkariya mirovahiyê dikin.

Di demeke ku dîsa desthilatdariya AKPê, bi pakêta Destura Bingehîn ya fasîzma 12 Êlûnê, bi rengekî din dixwaze koletî û tunebûnê li ser gelê Kurd ferz bike; em pêdiviya boykotkirina referanduma li Tirkiyê bi giringî tînine ziman.

Em weke KNKê, çareseriya pirsgirêka Kurd jî, astî û çareseriya pirsgirêkên gelên li herêmê û pêkhatina demokrasiya li herêmê jî, di Yekîtiya Kurdan û çareseriya pirsgirêka Kurd de dibînin.

Weke Kongra Neteweyî a Kurdistanê KNKê jî, di roja astiya cîhanê 1ê Êlûnê de, mîna her demê hêviyên  aştiyê mezin dikin û 1ê Êlonê roja aştîya cîhanê ji bo hemû mirovahîyê pîroz dikin.


Konseya Rêvebir a KNKê
01.09.2010