• Increase font size
  • Default font size
  • Decrease font size
Search

KNK Kurdistan

Daxûyanîya Çapemenî 15.05.2011

Envoyer Imprimer PDF
There are no translations available.

JI RAYA GIŞTÎ YA KURDISTANÊ Û DINYAYÊ RE

Divê li her çar parçeyên Kurdistanê jiyan raweste!

Li Kurdistanê dîrok tê kuştin, cografya tê kuştin û mirovahî tê kuştin. Êdî diyar bû ku, Gelê Kurd her çiqasî aştî û aramiyê bixwaze jî, çiqasî çareseriya demokratîk bixwaze jî, dewleta Tirk û detsthilatdariya AKPê, di kuştina gelê Kurd û tesfiye kirina Haraketa Azadiya Kurd de israr dike û dev ji operasyonên qirkirinê bernade.
Di pêvajoya hilbijartinê de, ku tenê mehek maye, hêzên artêşa Tırk operasyonên eskerî, polîsên AKPê jî operasyonên sifîl zêde û dijwar lidardixin. Her roj, kuştin û girtina Kurdan di rojevê de ye. Dîsa di encama operasyonên hêzên artêşa dagirker a Tirk de, li ser sinorê Başûrê Kurdistanê, komkujiyan pêk tine. Di şexsê gelê Kurd de, mirovahî tê kuştin û vijdanê raya giştî ya cîhanê, hîna şiyar nebûye.


Li Tirkiya siyaset di derya bê-axlaqiyê de difetise, li Kurdistanê jî, di şexsê gelê Kurd de, mirovahî tê kuştin....
Herçiqasî Haraketa Azadiya Kurd aştiyê dixwaze û riyên çareseriyê hêsan dike û derfetan diafirîne jî, dewleta Tirk û desthilatdariya AKPê, di şer û di qirkirina faşîzanî de israr dike. Serokwezîrê Tirkiyê Tayip Erdogan, li meydanên hilbijartinê, kuştin û qirkirna Kurdan dike amûrê siyasetê û ji bo vê siyaseta faşîzan jî fermanan dide û olê bikartîne. Tayyip Erdogan ji aliyekî ve, bi kasêtên bêexlaqiyê siyaseta demokratîk dikuje û muxalifên xwe berteref dike; ji aliyê din ve bi kîndariyeke tolhildanî fermana tefsiyekirina Haraketa Azadiya Kurd û îradeya gelê Kurd dide.

 


Baş tê zanîn ku, dema Haraketa Azadiya Kurd agirbest û bêçalekî ji raya giştî re derklere dike, dewleta Tirk û desthilatdariyên Tirkiyê dikevina nava kiryarên bextreşî û bêbextiyê dikine pratîkê. Dilsoziya gelê Kurd, aştîxwaziya gelê Kurd wek lewazî dinirxînin û bêhtirîn êrîşan dikin.


Operasyonên dawî û qirkirina li hemberî gerilayên Kurd, dilopa dawî ya hêrsa gelê Kurd e. Wisa xuya dike ku armanca dewlet û desthilatdariya AKPê ne aramî, ne çareserî û ne hilbijartinên demokratîk in. Dewlet jî, desthilatdariya AKPê jî dibînin ku li Kurdistanê, ji bilî esker û polîsên dagirker tiştekî wan nemaye. Tayip Erdogan ku dibêje, pirsgirêka Kurd nemaye, dewlet û desthialdariya AKPê dibîne ku ew, li Kurdistanê nemane. Lewma bi kîndarî û hestên tolhildanê li dijî gerilla, li dijî siyasetmedar û welatparêzên Kurd êrîşan pêktînin.


Di vê qonaxa ku pirsgirêka Kurd tê nîqaş kirin û hilbijartinên 12ê Hezîranê ku wê çarenûsa paşerojên çareserî, şer û aştiyê destnîşan bikin de, dijwarkirina operasyonên eskerî û siyasî ne tesadufî ye û armanca desthilatdariya AKPê detsnîşan dike. Pêwist e li gelê Kurd li çar parçeyên Kurdiastanê û li Ewropa bi giyanê şoreşgerî tevbigere û dijberiya xwe di asta herî dijwar de destnîşan bike. Pirranî li Bakura Kurdistanê jiyan werê rawestandin û di her qada jiyanê de dijberiyek xurt ya demokratîk werê dayin. Kurdên li Ewropa jî, li her cih û warî, dijberiya xwe ya demokratîk nîşan bidin û vijdanê raya giştî ya cîhanê ji xewê şiyar bikin û bidin xuya kirin ku li Kurdistanê di şexsê gelê Kurd de, mirovahî tê kuştin.


Kongreya Neteweyî a Kurdistanê, KNKe, şehdaeta 12 gerila komkujî û kuştina mirovahiyê qebûl dike. Êrîşên faşîzan yên ji alîyê dewleta Tirk ve li dijî gerilayên Kurd û li dijî gelê Kurd têne kirin jî, bi tundî şermezar dike û dibêje; li Kurdistanê dîrok, cografya û mirovahî tê kuştin. Pêwist e raya giştî ya cîhanê, Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî, saziyên mafên mirovan bikevin nava hewildanan û li hemberî komkujiyên li Kurdistanê bêdeng nemînin û gelek acîl mudaxele bikin.



Konseya Rêvebir ya KNKê
15.05.2011