Prof. Dr. Ismet Şerîf Wanli ku du deman serokatiya Kongreya Neteweyî a Kurdistanê kir, vê sibehî, li Swîsre çu ser dilovaniya xwe.
Wefata Prof. Dr. Ismet Şerîf Wanli, ji bo me, ji bo gelê Kurd windahiyek mezin e. Em weke KNKê, ji malbata wî û tevahiya gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.
Prof. Dr. Ismet Şerîf Wanli di tevahiya jiyana xwe de wek canfedayekî doza Kurd têkoşîn kir. Piştî Haraketa Azadiya Kurd dest bi raperînê kir, hêviyên wî bêhtirîn mezin bûn û wek dilsoz û evîndarekî ciwanên Kurd, têkoşîna xwe domand. Heya roja çû ser dilovaniya xwe jî, dilsoziya xwe ya ligel ciwanên Kurd ku bi canfedayiyek destanî têkoşîna azadiyê dikin parast.
Em weke KNKe, mirina Prof Dr. Ismet Şerîf Wanlî ji bo doza azadiya Kurd windahiyekê dibînin û bang li endamên berê û nû yên KNKê teva dikin ku, di torena cenazeyê Ismet Şerîf Wanli de cihê xwe bigirin.
Di heman demê de, em bang li tevahiya gelê Kurd yên li Ewropa dikin ku, li cenazeyê Prof. dr. Ismet Şerîf Wanli xwedî derbikevin. Li hemberî mirovekî dilsozê azadiya Kurd weke Prof. Dr. Ismet Şerîf Wanli, em teva deyndar in û pêwiste di koça dawî ya wî de, binbariyên xwe bînin cih.
Carake din em ji malbata Prof Dr. Îsmet Şerîf Wanli û tevahiya gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin û ji Yezdanê Mezin niyaz dikin ku, wî ber efû, mexfiret û rehemeta xwe bixe.
Serokatiya Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî a Kurdistanê
09.11.2011






