Daxwuyaniya ji bo Capemeni
Dewleta Tirkiyê û detshilatdariya AKPê, car din li dijî îradeya Gelê Kurd operasyonên hevbeş yên korsanî dan dest pê kirin. Di encama operasyonên korsanî ya hêzên artêşa Tirk, ya li dijî nûnerên gelê kurd, li dijî rêxistinî, desketiyên gelê kurd û bi armanca tesfiye kirina Tevgera Azadiya Gelê Kurd, nûnerên gelê Kurd yên ku siyaseta demokratk didine meşandin hatine girtin.
Di vê operasyonê de berdevkê Kongra Civaka Demokratîk, 10 serok şaredar jî navde ji 80 han zêdetir siyasetmadarên Kurd hatine girtin. Operasyona dawî, nêîzîkbûn û armanca dewleta Tirkiyê û detshilatdariya AKPê vekirî destnîşan dike û maskeya pêvajoyên ‘vekirinê’ daxiste jêr, rûdêna rats ya dewlet û AKpê eşkere kir. Êdî eşkere bû ku pêvajoyên ‘vekirinê’ fiyasko ye.
Em weke Kongreya Neteweyî a Kurdistanê, KNKê, vê helwesta nijadperestî ya dewleta Tirk bi tundî şermezar dikin û bang li gelê kurd dikin ku li nûnmerên xwe xwedî derkevin û mafên xwe yên demokratîk bikar bînin.
Pêwiste werê zanîn ku, ev operasyon li dijî gel Kurd teva ye. Operasyona hevbeş ku li tevahiya bajarên Kurdistanê pêk hat, li dijî destkeitiyên Başûrê Kurdistanê, li dijî rêxistiniya gelê Kurd ya 4 parçeyên Kurdistanê ye. Pêşengê dagirkerî û siyasetên tunekirin û ji holê rakirina gelê kurd, dewleta Tirkiyê û desthiladairiya AKPê ye. Dijminatiyeke stratejîk dikin. Pêwiste gelê kurd yên li 4 parçeyên Kurdistanê vê rastiyê bibîne û fêm bikin û li dijberiya xwe nşan bide.
Em KNKê, car din destnîşan dikin ku li dijî dijminên startejîk yên gel kurd pêdiviya sazkariya Yekîtiya Neteweyî heye. Azadî û xelasiya gel Kurd li 4 parçeyan bi pêkanîna Yekîtiya Neteweyî ve girêdayî ye.
Em weke KNKe, dibêjin ku dewleta Tirkiyê û desthilatdariya AKPê, bi van siyasetên klasîk û kevneperstî nikare, gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd berteref bike. Ev rê teva hatine ceribandin. Pêwiste dewleta Tirkiyê û desthilatdariya AKPê, bi “akl-i selîm” tevbigere û rastiyê bibîne. Hewldan û kiryarên dewleta Tirkiyê û desthilatdariya AKPê, didine xuya kirin ku, ew di nava teqana heriyê de ne û her diçe bêhtirîn xewr dibin. Lê pêwiste baş werê zanîn ku ev hewldanên Tirkiyê, Tirkiyê ji teqanê xelas nake, bêhtirîn wê Tikrkiyê bifetisîbne û Tirkiyê ber bi kaosekê dibe, ber bi têkçûnek dibe.
Em weke KNKe, didine zanîn ku çareseriya pirsgirêka Kurd, bi gera navnîşanên derve û şaş nayê çareser kirin. Çareserî li hundirê Tirkiyê û bi diyaloga bi xwediyê rastî yên gelê Kurd re dikare werê çareser kirin.
Bila beş werê zanîn ku gelê kurd wê, li nûnerên xwe xwedî derbikevê û li dijî êrîşên nijadperestî û operasyonên korsanî yên hêzên nijadperest yên dewleta Tirkiyê dijberiya xwe nîşan bide.
Em weke KNKê, vê operasyona korsanî û nijadperestî bi tundî şermezar dikin û rayedarên dewleta Tirkiyê û desthilatdariya AKPê şiyar dikin ku bi ’akl-i selîm’ tevbigerin û bi dilsozî û di çarçoveya demokratîk de û nûnerên rastî yên Kurd re bikevin nava têkiliyan û çareseriyê pêk bînin. Hewldan û kiryarên korsanî, derî exlakî û derî huquqî, ji sudewaiyê bêhtir, wê ziyanên mezin bigihînin dewleta Tirkiyê.
24.12.2009
Konseya Revebir ya KNKê






