Tirkiye, di nava amadekariyan de ye ku şer, ber bi derîsinor jî fereh bike.
Piştî şerê li navçeya Colemêrg, Şemzînanê ku, di 19.06.2010an de, di navbera gerilayên Kurd û hêzên artêşa Tirk de derket, dewleta Tirk kete nava hewldanan û bi helikopteran hêzên taybet li ser sinorê Başûrê Kurdistanê kom dike. Sevikiyata esker û çekên giran ya lis er sinor jî, nîşaniya operasyoneke bejahî ye. Bi deh hezaran esker li ser sinorê Başûrê Kurdistanê, hatine bi cih kirin. Ji bilî kom kirina ekser, herêm ji aliyê helikopterên artêşê ve û bi awayekî berdewamî tê bombarduman kirin. Hêzên artêşa Tirk ku di xaka Başûrê Kurdistanê, Amediye û Bamernê de, bi cih bûne, di nava harketeke lezgîn de ne. Di vê navberê de, balafirên şer yên dewleta Tirk û yekîneyên topan jî herêmê bombarduman dikin.
Di encama bombarduman û topbaranê de, heya niha, zarok jî di nav de 4 sifîl hatine kuştin û 8 kes hatin birîndar kirin. Bi sedan malbat mecbur man ku gundên xwe terk bikin. Zevî, bax û bostan û dehlên gundiyan ziyanên mezin dîtin û heywanên wan hatin kuştin. Hêzên artêşa Tirkiyê û Iranê, topbarana ku gundiyên li herêmê hedef digirin berdewam dikin.
Di 10ê Gûlanê de, di encama topbarana bi topên obus û hewanê, ku ji Çelê û bi şev pêk hat de, li navçeya Dihok Şeladizê, gundê Benistanê, berê topan li malekê ket. Xwediyê malê Rekan HÜSEYİN REKANİ, 27 salî hate kuştin û jina wî, 3 zarokên wî, yên di navbera 4 û 9 salan de, Bihar, Hesen û Huseyn haitin birîndrar kirin. Cîranê mala ku ber topê lê ket, Kerim ŞEKİR jî, hate birîndar kirin.
Di 15 Gûlanê de, di encama bombardumana Geliyê Xabûrê de, gundê Yekmalê wek hedef hate girtin û di vê êrişê de, gundiyê bi navê İzbat TEMEL hate birîndar kirin.
Balafirên şer yên artêşa Tirk, di 19ê Hezîranê de, herêma Xakurkê cihê cîwarbûna sifîlan bombarduman kirin û keçika 15 salî, Zahide MİHEMED MECİD kuştin. Birayê wê yê 6 salî Şexawan MİHEMED MECİDE û dayika wê ya 36 salî, Gelawej MELA EHMEDİ jî bi giranî birîndar kirin.
Helikopterên şer di ser gundan re difirin. Ev helikopterên ku hîna ne hatiye tespît kirin, gelo yên artêşa Iranê ne, yan yê artêşa Tirkiyê ne, di 21ê Hezîrana 2010an de, ber êvarî, li Başûrê Kurdistanê, di ser gundên girêdayî Çomanê, Pîrelok, Kanî Reş, Omer Xeyat, Gomdelawan, Wêza, Ênze, Kanî Spî, Sîngure û Çiyayê Koto re geriyan. Hat diyar kirin ku bi roj jî, du caran helikopter di ser herêmê re firiyan e. Gundî, ji sedema tirsa ku wê gundên wan werin bombarduman kirin, malên xwe terk kirin û xwe avêtin cih û warên ewle.
Di encama civîna rayedarên dewleta Tirk ya ewlekariyê de, biryara dijwarkirin û berfirehkirina şer derket. Ev jî dide xuya kirin ku dewleta Tirk , wê şerê qirêj û gemarî dijwar û berfireh bike.
Dewleta Tirk, mafên 20 milyon Kurdên di nava sinorên Tirkiyê de dijîn, bi tu awayê qebûl nake û dikevê nava hewldanan ku kesên li dijî vê siyasetê têkoşînê dikin jî tune bike. Dewleta Tirk ku, xwe bi tunekirina azadîxwazên Kurd re kilîd kiriye, îdîa dike ku ewê aramî û aştiyê bîne herêmê.
Dewleta Tirkiyê ku li derve xwe bi vî rengî dide naskirin û lanse dike, li dijî gelê Kurd yên di nava sinorên xwe de, şerekî qirêj û gemarî, ku tu sinoran nasnake dimeşîne. Ev çend roj in ku, dibin navê zîrveyên bilind de, rayedarên tirk civînan çêdikin û biryarên şerê kirêt û gemarî distînin û dixwazin şer ferehtir û dijwartir bikin. Ev biryar wê mirinên nû, wêraniyên nû, komkujiyên nû, êş û azarên nû bîne.
Em dixwazin ku, bala raya giştî ya cîhanê û bala gelê Kurd bikişînin ser vê rewşa dijwar û kujer.
Pêwiste werê zanîn ku operasyonên artêşa irk yên li hundir û derî sinorên Tirkiyê, ji bilî ku pirsgirêka Kurd bike nava astengiyên neçareseriyê bikêrî tiştekî din nayê. Ev tê wateya ku dewleta Tirk naxwaze pirsgirêak Kurd bi riyên aaştî û demokratîk çareser bike.
Dewleta Tirk, car din serî li riyên zordestî û lîstikên birakujiyê dide û dixwaze ku gelê Kurd bi hevûdin bidê kuştin.
Pêwiste ku, ev şerê li derî rêbaz, peyman û kanunên navneteweyî ye û li dijî mafê mirovan, azadî û jiyana hevpar û bi rûmet, werê rawestandin.
Em bang li gelê Kurd yên li çar parçeyên Kurdistanê, tevahiya partiyên Kurd û hêzên Kurd dikin ku, li dijî şerê dewleta Tirk û dibin pêşengiya desthilatdariya AKPê de, li dijî tevahiya gelê Kurd, bi dijwarî û kîndarî tê meşandin; bi dilsozî û di nava hevkarî û yekîtiya neteweyî de rawestin.
Pêwiste li dijî operasyonên derî sinor ku bin pê kirina huquqê navneteweyî ye, Dewletên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û Emerîka dijberiya xwe nîşan bidin û em bang li van hêzan dikin ku, li hemberî mirovahiyê, li hemberî huquq û peymanên navneteweyî û nirxên mirovahiyê berpirsiyariyên xwe bînin cih.
Konseya Rêvebir a KNKê
22 Hezîranê 2010






