CEJNA CÎHANA ÎSLAMÊ
Di demeke ku şerxwaz, bi awayekî bextreş, li tevahiya Rojhilata Navîn bayê şer dibizivînin, cîhana îslamê, cejna Remezanê pîroz dike. Meha Remezanê û cejna Remezanê, ji bo cîhana Îslamî, tên wateya yekîtî, hevkarî, arîkarî, parvekirin û aştiyê.
Em weke Kongreya Neteweyî a Kurdistanê KNKê, bi hêviya ku cejna Remezanê ji bo gelê Kurd, gelên herêmê û tevahiya mirovahiyê aştî û wekheviyê û jiyaneke bi rûmet bîne, pîroz dikin.
Baş tê zanîn ku Haraketa Azadiya Kurd, bi hatina meha Remezanê re “bêçalekîtî” îlan kir û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, şansekî mezin derxiste holê û hêviyeke aştiyê jî afirand. Lê mixabin dewleta Tirkiyê û desthilatdariya AKPê, operasyonên tunekirin û qirkirina eskerî û siyasî nedan rawestandin û di meha pîroz Remezanê de jî bû sedema kuştin û xwîn rijandinê. Ev jî dide xuya kirin ku desthilatdariya AKPê, maskeyeke sexte ya misilmantiyê daniye ser rûwê xwe û cîhana îslamê dixapîne.
Dibin pêşengiya serokwezîrê Tirkiyê Tayyip Erdoğan de, Destura Bıngehîn ya 12 Êlûnê ku li ser bingeha qirkirin û tunekirina gelê Kurd hatiye amade kirin, bi guhertinên sexte meşrû bike. Ev tê wateya ku dewleta Tirkiyê û AKPe, dixwazin ku şerxwaziya xwe, bi 12ê Êlûnê û cejna Remezanê tacîdar bikin. Lê pêwiste werê zanîn ku gelê Kurd, êdî siyasetên red û înkarê û zihniyeta 12ê Êlûnê û misilmantiya sexte qebûl nake û ewê di 12ê Êlûnê de bi îradeyeke mezin, pakêta komploya Destura Bingehîn ya faşîzan, boykot bike û careke din meskeya misilmantiya sexte, ji ser rûwê şerxwazan dabixe.
Em weke KNKe, dibêjin ku boykotkirina komploya Destura Bingehîn ya AKPê, wê bibe pêkanîna Destura Bıngehîn a demokratîk. Tewra gelê Kurd ya Boykotkirinê jî, wê werê wateya îradeya siyasî ya pêkanîna Xweseriya Demokratîk.
Bi vê pêwanê em cejna Remezanê, bi hêviya ku di nava gelê Kurd de, yekîtî û hevgirtina neteweyî sazkar bike, li gelê Kurd û cîhana îslamî teva pîroz dikin.
Konseya Rewebir ya KNK
08.09.2010






