JI RAYA GIŞTÎ RE
Careke din hate xuya kirin ku, dewleta Tirkiyê û desthilatdariya AKPê, zihniyeta tesfiyekirin û têkbirina îradeya gelê Kurd terk nekirine. Biryara Saziya Bilind ya Hilbijartinê, ku parlamenteriya Hatîp Dicle ji holê rakir mînaka vê ye û di tu rengên civakî, huquqî, insanî, demokrasî û rêbazan de nayê erê kirin. Biryar, îlan kirina şerê li dijî gelê Kurd e. Pêwiste gelê Kurd jî bi heman dijwariyê bersivê bide û li îrade û detsketiyên xwe xwedî derbikeve.
Saziya Bilind ya Hilbijartin berî hilbijartinên 12ê Hezîranêjî, dîsa îmze avête bin kiryareke antî huquqî. Li ser dijberiya gelê Kurd, paş de gav avêt. Berî hilbijartinan bi 2 rojan jî, dîsa di şexsê Hatîp Dîcle de, li dijî gelê Kurd, biryarek nû da û da xuyakirin ku kiryarên sosret berdewam dikin. Biryara dawî ya rakirina parlamenteriya Hatîp Dicle jî, di heman çarçovê de siyasî ye, lîstikek ji ya desthilatdariya AKPê ye.
Hatîp Dicle wek namzêd, ji aliyê Saziya Hilbijartinê ve hate erê kirin û di hilbijartinan de jî, zêdetir ji 78 hezar dengî stand û mafê parlamenteriyê girt. Êdî mafê Saziya Hilbijartinê nîne ku dikaribe mudaxeleyî parlamenteriya Hatîp Dicle bike. Hatîp Dicle ji aliyê gel ve wek îrade, wek nûner hatiye hilbijartin. Li gorî huquqê Tirkiyê jî, Hatîp Dicle mafê parlamenteriyê bidestxistiye û tu kes nikare vî mafî ji holê rake.
Saziya Bilind ya Hilbijartinê diyar kiribû ku ewê, pêşî serî li îfadeya Hatîp Dicle bide û ji bo îfadê dem jî da Hatîp Dicle. Lê balkêş e ku. Saziya Hilbijartinê, piştî vê biryarê bi çend saetan diyar kir ku mafê parlamenteriya Hatîp Dicle ji holê rakiriye. Gelo di nava çend saetan de çi hate guhertin? Vekîrî tê xuya kirin ku biryar ne huquqî ye, siyasî ye û berdewama lîstikên li dijî îrade û destketiyên gelê Kurd e. Biryar li gorî daxwaza kes û derdorên ku dixwazin Tirkiyê ber bi kaosekê bibin hatiye standin.
KNKe vê biryarê, wek darbeyek, wek provakasyoneke li dijî hevdîtinên bi Birêz Abdullah Ocalan, yên li Imralî re dinirxîne.
Şerê 30 salî, raperîna şoreşgerî ya gelê Kurd, sazkariya Bloka Ked, Azadî û Demokrasî û serketina gelê Kurd ya di hilbijartinan de, eniyên şerxwaz û kesên ku siyaseta xwînê dimeşînin, kirine nava tirsekê mezin. Biryara li dijî Hatîp Dicle, da xuya kirin ku, rêvebirên Tirkiyê, jiyana wekhevî û biratiya gelan ya paşerojan qebûl nakin. Ew Kurdên xwe, yên bê îrade dixwazin û biryar jî, encama vê siyaseta kujerî, kîrêt, gemarî û bê exlaqî ye.
Di demeke ku, serketina Bloka Ked, Azadî û Demokrasî ya hilbijartinan hêviyên aştî û çêkirina Desturnameya Demokratîk derxistin holê û di raya giştî de nîqaşên bi vî rengî hatin kirin de, biryarek wiha sosret hate standin. Dive werê zanîn ku, ev biryar tê wateya îlan kirina şerê li dijî gelê Kurd. Ji vê biryarê, serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul û serokwezîrê Tirkiyê Tayyip Erodgan berpirsiyar in.
KNK destnîşan dike ku, ev biryar, bi hêrs û kîndariya winda kirina Kurdistanê hatiye standin û tê wateya şerê li dijî destketiyên gelê Kurd. Gelê Kurd jî, wê bi heman biryardariyê li dijî vê kîndariya kujerî û têkbirina îradî hêza xwe, di her qada jiyanê de destnîşan bike.
Em weke KNK bang li gelê Kurd yên çar parçeyên Kurdistanê û Ewropa teva dikin ku li dijî vê êrîşa kîndarî û îlan kirina şerê li dijî îrade û destketiyên Gelê Kurd, hêza xwe û biryardariya xwe di her qada jiyanê de destnîşan bike.
KNK, bang li Bloka Ked, Aştî û Demokrasî jî dike ku bi awayekî hestiyarî û hişyarî li îradeya gelê Kurd derbikevin û wek pêşengên gel, bi gel re dijberiya xwe di çarçoveya demokratîk de destnîşan bikin.
KNK, biryara Saziya Bilid ya Hilbijartinê, ya rakirina parlamenteriya Hatîp Dicle, êrîşeke antî huquqî, antî exlakî û antî însanî û peymanên navneteweyî ya li dijî tevahiya îradeya gelê Kurd û destketiyên gelê Kurd dinirxîne. Bi vê pîvanê em weke KNK, biryara Saziya Hilbijartinê qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin.
Konseya Rêvebir ya KNKê
22.06 2011






