• Increase font size
  • Default font size
  • Decrease font size
Search

KNK Kurdistan

Pirozbahiya Noel!

e-Posta Yazdır PDF
There are no translations available.

CEJNA NOEL PÎROZ BE!


Li goreyî ola xiristiyanî, her sal 25'ê Kanûnê weke roja nû, roja pîroz û bi giştî weke roja ji dayikbûna Hezretî İsa tê dîtin û weke cejnek e mezin tê pîroz kirin.Hema hema weke hemû olan û hemû pêxemberan, heta ku pêxemberî û ola Hz.İsa jî hatiye qebûl kirin gelek êş, eziyet û kuştin pêkhatiye.Hz.İsa li çarmixê xistin, piştî kuştina Wî bi 300 salî, İmparatorê Romayê Costantinê Mezin weke olê dewletê di pejirî ne.

Rojên dîrokî hemû, heta dibe malê gelan û civak lê xwedî derdikeve, êdî hêzen desthilat û dewlet nema dikarin qedexe bikin, bi vî awayî gel weke cejnan pîroz dikin.


Cejnên Zerdeştî, Brahîmî, İsewî û hemû pêxemberên din, bi vî awayî bûnin malê gelan û gel weke rojên xwe yên ji dayikbûnê, rojên azadbûnê, rojên xweşî û başiyê pîroz dikin.
Bi vê bîrûbaweriyê, em, Cejna Noelê û Sala Nû, bi taybetê li gelê me yên li Kurdistane yên xiristiyan Ermenî, Asûrî-Suryanî-Keldanî û bi giştî li gelên Kurdistanê û hemû mirovatiya cihanê pîroz dikin.
Bi hêviya em van rojan, li welatê xwe, ne bi destê dewletan, ne bi îcaza wan, belê weke gelên azad, em bi îrada xweya serfiraz pîroz bikin

Konseya Rêvebira KNK
24 Kanûn 2009