• Increase font size
  • Default font size
  • Decrease font size
Search

KNK Kurdistan

Cejna Cîhana Islamê

e-Posta Yazdır PDF
There are no translations available.

CEJNA CÎHANA ÎSLAMÊ

Di demeke ku şerxwaz, bi awayekî bextreş,  li tevahiya Rojhilata Navîn bayê şer dibizivînin, cîhana îslamê, cejna Remezanê pîroz dike. Meha  Remezanê û cejna Remezanê, ji bo cîhana Îslamî,  tên wateya yekîtî, hevkarî, arîkarî, parvekirin û aştiyê.


Em weke Kongreya Neteweyî a Kurdistanê KNKê, bi hêviya ku  cejna Remezanê ji bo gelê Kurd, gelên herêmê  û tevahiya mirovahiyê aştî û wekheviyê û jiyaneke bi rûmet bîne, pîroz dikin.


Baş tê zanîn ku Haraketa Azadiya Kurd, bi hatina meha Remezanê re “bêçalekîtî” îlan kir û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, şansekî mezin derxiste holê û hêviyeke aştiyê jî afirand. Lê mixabin dewleta Tirkiyê û desthilatdariya AKPê, operasyonên tunekirin û qirkirina eskerî û siyasî nedan rawestandin û di meha pîroz Remezanê de jî bû sedema kuştin û xwîn rijandinê. Ev jî dide xuya kirin ku desthilatdariya AKPê, maskeyeke sexte ya misilmantiyê daniye ser rûwê xwe û cîhana îslamê dixapîne.


Dibin pêşengiya serokwezîrê Tirkiyê Tayyip Erdoğan de, Destura Bıngehîn ya 12 Êlûnê ku li ser bingeha qirkirin û tunekirina gelê Kurd hatiye amade kirin, bi guhertinên sexte meşrû bike.  Ev tê wateya ku dewleta Tirkiyê û AKPe, dixwazin ku  şerxwaziya xwe, bi  12ê Êlûnê û cejna  Remezanê tacîdar bikin. Lê pêwiste werê zanîn ku gelê Kurd, êdî siyasetên red û înkarê û zihniyeta 12ê Êlûnê û misilmantiya sexte qebûl nake û ewê di 12ê Êlûnê de bi îradeyeke mezin, pakêta komploya Destura Bingehîn ya faşîzan, boykot bike û   careke din meskeya misilmantiya sexte, ji ser rûwê şerxwazan  dabixe.



Em weke KNKe, dibêjin ku boykotkirina komploya Destura Bingehîn ya AKPê, wê bibe pêkanîna Destura Bıngehîn a demokratîk. Tewra gelê Kurd ya Boykotkirinê jî, wê werê wateya îradeya siyasî ya pêkanîna Xweseriya Demokratîk.



Bi vê pêwanê em cejna Remezanê, bi hêviya ku di nava gelê Kurd de, yekîtî û hevgirtina  neteweyî sazkar bike, li gelê Kurd û cîhana îslamî teva pîroz dikin.



Konseya Rewebir ya KNK

08.09.2010