• Increase font size
  • Default font size
  • Decrease font size
Search

KNK Kurdistan

Daxûyanîya Çapemenî 03.02.2011

e-Posta Yazdır PDF
There are no translations available.

Rojhilata Navîn, bi têkoşîna gel,  ketiye nava krîzeke siyasî û diheje. Bi têkoşîna gelê Tunus û Misirê û tevgera gelan li welatên din yên Rojhilata Navîn, derkete holê ku netew-dewlet nikarin bersiva daxwazên gelan bidin û gelên li herêmê jî desthilatdarî,  rejîmên despot, hiyerarşiya milîrarîst û antî demokratîîk nema qebûl dikin.

Piştî serîhildana Gelê Tunusê û reva serokdewleta Tunusê, li Misirê jî gel derkete kolanan û li dijî desthilatdariya despot a Husnu Mubarek têkoşîn da destpêkirin. Husnu Mubarek yek ji desthilatdarê ku, li dijî demokrasî , mafan û daxwaza gelên bindest bû. Di têkoşîna Azadiya Gelê Kurd û pêvajoya Komploya Navneteweyî, ku di şexsê Abdullah Ocalan de, li dijî Gelê Kurd hate lidarxistin de roleke neyînî û xerab lîst;  di heman demê de, wek naybeynkarê dewleta Tirkiyê û Suriye roleke bextreş a li dijî gelê Kurd lîst û antîdemokratîkbûna xwe jî nîşan da. Ji bilî van teva di pêvajoya desthilatdariya xwe ya demdirêj de, mîna fîrawunekî li dijî gelê Misirê kar kir, demokrasî kuşt, azadî û mafên mirovan teva ji holê rakirin û gel dibin xizaniyê de perçiqand.

Bi vê pêwanê têkoşîna gelê Misirê û daxwaza demokrasî û reforman di cih de ye. Lê pêwiste gelê Misirê, jibîr neke ku,  kes, yan jî kesên piştî Husnu Mubarek werin ser desthilatdariyê, wê hewl bidin ku bibin diranek ji çerxa sîstema global. Ev jî, tê wateya ku tenê nav werin guhertin. Pêwiste gelê Misirê, berî her tiştî, têkoşîna  azadiyê, demokrasî, îradî û têkoşîna mafan bike.
Kongreya Neteweyî a Kurdistanê, KNK e, têkoşîn û berxwedana gelê Misirê, yên Tunus û dewletên destpot ku bi deh salan e li dijî gelên herêmê  temsîliya sîstema kapîtalîst dikin; gelên herêmê dûçarî xizaniyê û jiyana bê rûmet, bê azadî, bê maf û bê rûmet kirin dike. Bêguman, gelên li herêmê, layikî demokrasî, mafan, xweşî û jiyaneke hevreyî ya coşûxuroş û bi rûmet in. Ev jî, bi Destura Bingehîn a demokratîk, civaka demokratîk, welatê demokratîk  û komara demokratîk dikare pêkwere.

Serîhildana li Tunus û Misirê tenê bi xizanî û pirsgirêka aborî ve nayê girêdan û weke pêşketina globalîzmê jî neyê nirxandin. Misir kelihek ji ya sîstema kapîtalîst e, lê diheje. Dewletên despot, ku dibin navê parlamenterîzmê de, faşîzma spî, di qada herî dijwar de,  li dijî gelan dimeşînin; wek dewleta Tirkiyê, Tunus, Misir, Suriye, Iran û hwd. di sîstemên klasîk de, ku li ser xwîna gelan û tûnabûna gelan hatine avakirin israr dikin. Lê berxwedan û têkoşîna gelan, mîna li çar parçeyên Kurdistanê, li Tunus û Misirê da xuya kirin, wê di herka dîrokê de, ev desthilatdariyên despot ku hêza xwe ji sîstema milîtarîst distînin, di dadgeha dîrokê de wê mahkûm bike û demokrasiya gel a îradî  sazkar bike. Ji ber ku daxwaza gelan, demokrasî, mafên xwezayî, îradeya siyasî, biratî û erka nasnamî ye. Lê globalîzm, li bazar û desthilatdariya ratsmalî digere. Bêguman ev jî, li dijî daxwazên gelan e û pêwiste rayedarên hêzên global, li gorî daxwaza gelan tevbigerin û demokrasiyê esas bigirin.

Em weke KNKe, têkoşîna gelê Tunus û Misirê destek dikin û hêvî dikin ku gelên li Rojhilata Navîn teva, ne tenê desthilatdariyan, sîstemê jî hedef bigirin û guhertinên bingehîn di çarçoveya demokrasî, wekheviya gelan û îradeya gel de, li herêmê sazkar bikin.


Konseya Revebir ya KNK
03.02.2011