Xal 2- Sond
Hemû endamên Civata Giştî ya Kongreyê, sond dixwin, dîwana demî ya Civata Giştî biryarê li ser awayê sondxwarinê dide. Endam, li goreyî rêza paşnavên xwe sond dixwin. Endamên ku di civîna yekem de amade nebûne, di yekem civîna beşdar bûn de, sond dixwin.
Sond ev e:
Ez bi rûmeta xwe sond dixwim ku ez dê her dem niştîman û berjewendîyên gelê Kurdistanê biparêzim û ji bo pêşvebirina xelkê Kurdistanê xebatê bikim; ez dê bi peymana Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ve girêdayî bim.
Xal 3- Civînên Asayî
Kongre, civînên xwe yên asayî, salê carekê pêktîne.
Xal 4- Civînên Awarte
Di navbera du civînên asayî de, li ser daxwaza Konseya Rêvebir yan jî 1/5 ji endamên Civata Giştî, kombûna awerte tê kirin.
BEŞA DÛYEM: Dîwan û Komisyon
Xal 5- Serokatiya Dîwanê ya Demî
Ji destpêka rûniştina yekem ya xebata kongreyê, heta hilbijartina Serokê/a Dîwanê, endamê/a herî bi temen, serokatîya dîwanê dike.
Yê/a ku bi temenê xwe di rêza dûyem de ye jî, dibe alîkarê serok.
Du endamên herî ciwan jî, dibin endamên dîwanê.
Xal 6- Dîwana Civata Giştî
Civata Giştî, di her civîna xwe ya giştî de serokekî/ê, du cihgirên wî/wê û du nivîseran ji bo dîwanê hildibijêre.
Xal 7- Berpirsiyariyên Dîwanê
Dîwan, ji birêvebirina xebat û rêkûpêkbûna civînê berpirsiyar e.
Dîwan, bi bangkirina serok dicive û bi piraniya dengên beşdaran biryaran digire.
Xal 8- Berpirsyarîyên Endamên Dîwanê
a. Notan digirin û kontrola wan dikin.
b. Ji civîna giştî re belgeyan dixwînin.
c. Di civîna giştî de, navên endaman dixwînin.
d. Dengan dihejmêrin.
e. Hilbijartinan rêk û pêk dikin.
f. Rêza axiftinê qeyd dikin.
g. Li ser xebatan, endaman agahdar dikin.
Xal 9- Raporên Komisyonan
Komisyon, derbareyê pêşnûma û pêşniyazan de, biryar û daxwazên ku hatine kirin, wek raporekê amade dikin. Komisyon, di raporan de, dîtinên xwe û guhortinan, bi sedemên wan ve dinivîse.
Xal 10- Di Civîna Giştî de Nûnertîya Komisyonan
Demê ku ji komisyonekê, ji bo gotûbêjê, karek bête Civîna Giştî, serokê komisyonê, yan jî kesên ku ew tayin dike, bi çend endamên komisyonê ve, di rêza komisyonan de rûdinîn û di demê gotûbêjan de nûnertîya komisyonê dikin.
BEŞA SÊYEM; Xebatên Civata Giştî
Xal 11- Rojev
a. Babetên ku serokatî pêşkêşî civîna giştî dike.
b. Babetên ku bi şêweyekî taybetî di rojevê de cih digirin.
c. Hilbijartin.
d. Babetên ku têne dengdanê.
e. Danûstandinên giştî û lêpirsînên (tehqîqatên) ku Civata Giştî li ser endamên Konseya Rêvebir dike.
f. Pirsên bi devkî.
g. Pêşniyarên ji bo biryar, daxwaznameyan û karên dî yên ku ji komisyonan tên.
Ew kar û babetên ku li ser wan gotûbêj û danûstandin çêdibin, li gor demê ku ew ketine destê serokatîyê, têne rêzkirin. Heger pêwîstî bê dîtin, li ser pêşniyaza Konseya Rêvebir yan jî bi xwestina nivîskî ya deh endaman, civîna giştî dikare rêza rojevê biguhere.
Xal 12- Vekirin û Girtina Civîna Giştî
Serokê/a Dîwanê rûniştinan vedike û digire. Heta dawîya rûniştinan, du endamên dîwanê, bi serok re di dîwanê de cîh digirin. Demê serok ne amade be, cîgirekî wî/ê, serokatiyê dike.
Xal 13- Axiftinên ji Derveyî Rojevê
Di destpêka Civîna Giştî de, heger serok pêwîst bibîne, li derveyî rojevê, dikare mafê axiftinê bide sê kesan. Divêt axiftin her yekî ji pênc deqîqeyan zêdetir nebe.
Axiftin bi rêzê ye, nav li nik serokatiyê tên nivîsandin. Derbarê mijarê de serok agahdar dikin. Axiftin, li kursiyê û li hember Dîwanê û Civîna Giştî tê kirin.
Endamên Konseya Rêvebir, herdem dikarin ji derveyî rojevê biaxivin.
Xal 14- Usûl û Rêza Axiftinan
Babetên li ser usûlê dikevin rêza pêşîn. Di danûstandinan de axiftin li ser, li dij û li gel tên kirin.
Mafê axiftinê, li gorî rêza nivîsandinê dibe. Lê belê, endamên Konseya Rêvebir û nûnerên komisyonan, dikarin mafê taybetî bi kar bînin.
Xal 15- Beşdarnebûna Serok û Endamên Dîwanê di Danûstandin û Nîqaşan de
Serok, yan jî cîgirê wî û nivîserên ku li dîwanê rûniştîne, di demê hevdîtinan, nîqaşan û dengdanê de, qet nikarin dîtinên xwe bêjin û beşdarî gotûbêjan bibin. Heger pirs girêdayî şexs û berpirsiyarîya wan be, mafê wan heye ku biaxivin.
Xal 16- Di Danûstandî de Prensîbên Giştî
Di civînên giştî de gotin birîn, bi şexsiyetan lîstin, heqaret kirin û tevlihev kirina rewşê qedexe ye.
Bi tenê, serok dikare ew kesê ku li kursiyê diaxive wê/wî dawetî prensîbên peyrevê bike ku axiftina xwe li goreyî mijarê bike.
Ew kesên ku du caran bala wê/wî bê kişandin, li ser daxwaza serok, ji aliyê Civîna Giştî ve mafê wê/wî yê axiftinê dikare jê bê standin.
BEŞA ÇAREMÎN: Derxistina Biryaran
Xal 17- Pêşnûmayên Biryaran, Pêşniyaz û Pêşkêşkirina wan ji bo Komisyonan
Pêşnûma û biryarên ku ji Konseya Rêvebir tên, ew, ji aliyê piraniya endamên Konseya Rêvebir ve tên îmza kirin û bi sebebên wan, pêşkêşî Serokatiya Dîwanê tên kirin.
Pêşniyazên ji bo biryaran, ku ji aliyê endaman ve tên dayin, bi îmzayek yan jî bi çend îmzayan dikarin bên amade kirin û bi sebebên wan ve pêşkêşî serokatiyê dibin.
Serokatî, wan pêşniyaz û daxwazan qeyd dike û piştre pêşkêşî komisyona têkildar dike.
Heger komisyon kêmasiyan bibîne, ji bo serûberiya wê, bi paş ve ji xwediyê wan re bi rê dike.
Xwediyên wan jî dikarin daxwaz û pêşniyazên xwe paşve bigirin.
Xal 18- Danûstandinên Giştî
Berî danûstandinên li ser pêşniyazên biryar û daxwazan, pêşî li ser gelemperiya wan axiftin tên kirin. Axiftinên konseyê û komisyonan bi 20 deqîqeyî tên tixûb kirin. Ev, ji aliyê Civîna Giştî ve dikare bê guhertin. Mafê axiftinên li ser xalan, nîvê wê ye. Mafê endaman heye ku, bi qasî nîvê endamên Konseya Rêvebir biaxivin.
Xal 19- Danûstandin û Dengdan
Konseya Rêvebir û nûnerên komisyonan û endamên Civatê, dikarin di derheqê guhertina pêşniyazên biryar û daxwazan de, daxwaznameyan bidin.
Ji bo guhertina, pirs ji komisyona ku pê ve têkildar re, tê kirin.
Heger xwediyê daxwaznameyê bixwaze, dikare di vê babetê de mafê axiftinê bistîne, lê divêt axiftin ji pênc deqîqeyi zêdetir nebe.
Li ser xalan yek bi yek danûstandin tên kirin û dengdan çêdibe.
Demê danûstandin li ser xalan xilas dibin, proje û daxwaz, bi gelemperî dikevin dengdanê.
BEŞA PÊNCEMÎN: Rêyên Kontrolê
Xal 20-Pirs
Pirs, daxwaznameyeke kurt e, tê de dîtineke şexsî tune ye, ji bo agahdarî girtinê, derbarê babetekî de, bi devkî yan jî bi nivîskî, ji endamên Konseya Rêvebir tê kirin.
Pirs, endamek tenê amade û pêşkêş dike.
Pirs, pêşkêşî serokatiyê dikin û serokatî jî, wê daxwaza ku hatiye, ji bo bersîvdayinê, ji endamên konseyên tekildar re dişîne.
Ew endamê konseyê, ku pirs jê hatiye kirin, bi rêya serokatiyê bersîvê dide. Bersîva pirsên bi devkî, di Civîna Giştî de tê dayîn.
Xal 21- Hevdîtinên Giştî
Di hevdîtinên giştî de, mijarên diyar û xebatên civatî û giştî, tên ziman û gotûbêj kirin. Ji bo vekirina hevdîtinên giştî, Konseya Rêvebir, yan jî bi kêmasî li ser daxwaznameya 20 endaman, bi pejirandina Civîna Giştî, mijar dikevê rojevê.
Xal 22- Lêpirsîna Civata Giştî
Ji bo dayîna daxwaznameya lêpirsîna Civata Giştî, ku derbarê endamên Konseya Rêvebir de, ji 1/5 dengên endaman pêwîst e. Divêt Civata Giştî di demekî kurt de, li ser wê danûstandinê çêbike û di çarçoveyeke giştî de biryarê bide.
Xal 23- Daxwaznameya Vekişandina Baweriyê
Daxwaznameya vekişandina baweriyê ew e ku, derbarê endamên Konseya Rêvebir de, bi kêmasî 1/5 endaman, daxwaznameyê îmza bikin û bidin dîwanê.
Ji bo pejirandina daxwaznameyê, ji nîvî zêdetir dengên endaman pêwîst in.
BEŞA ŞEŞEM: Xalên Curbecur
Xal 24- Şêweyên dengdanê
a. Dengdana bi îşaretan
b. Dengdana vekirî
c. Dengdana veşartî
Xal 25- Guhortina Peyrevê
Di derbarê pêşniyazên ji bo guhortina peyrevê tên dayin de, xalên derbarê biryaran de, tên bikaranîn.
Xal 26- Bikaranîna Xalan
a. Babetên ku ji bo wana xalek taybet nîne, xalên Peymana Kongreyê, yên di derbarê wan de tên bikaranîn.
b. Heger di navbera destûr û Peymana Kongreyê de nakokiyek hebe, Peymana Kongreyê bingeh tê girtin.
Xal 27- Komiteya Huqûqa Navxweyî
a. Komiteya Huqûqa Navxweyî ji endamên Civata Giştî, ji bo du salan tên hilbijartin û hêjmara wan pênc esil û du cihgir in.
b. Endamên komîteyê, di navbera xwe de serokekî/ê hildibijêrin. Biryar, bi dengê piranî tên standin. Endamên cihgir, beşdarî biryaran nabin.
c. Endamên vê komîteyê, di tu dezgehên din yên Kongreyê de cih nagirin.
d. Endamên ku li dijî berjewendiyên neteweyî, yan jî li dijî Peymana Kongreyê derdikevin û tevdigerin, ji hêla Konseya Rêvebir ve, sewkî Komiteya Huqûqa Navxweyî dibin.
e. Biryarên ku Komiteya Huqûqa Navxweyî dikare bigire:
I) Hişyar kirin.
II) D ûrkirina demî.
III) Xistina ji endametiyê.
f. Gilîker û gilîkirî dikarin biryarên Komiteya Huqûqa Navxweyî, ji bo biryara dawî, bibin Konseya Rêvebir.
Xal 28-Rêvebirî
Ev rêbaz, ji hêla Konseya Rêvebir û Dîwanê ve tê rêvebirin.






