Languages: English ‏سۆرانی‎

Belgeya Stratejîk

Belgeya Stratejîya Neteweyî ya Kurdistanê

Boçi ev belge:

Têkoşîna di navbeyna hêzên Kurdistanê û dewletên kolonyalîst da gihiştîye qonaxeke nû. Ev pêşhatine, tifaqa navxweyî ji her demî zêdetir elzem dike. Heta îro ji bo vehûnandina yêkitîya neteweyî gelek kar û xebat hatine kirin, gav hatine avêtin, lê mixabin ku heta nihe jî platformeke ku ”bila istisna” hemû hêzên neteweyî bîne nik hev pêknehatîye. Piştî tecrubeyên tahl yên demên borî, îro şuûra yêkitîya neteweyî di bîr û hizira xelkê Kurd da bilind bûye û xelkê me vê yêkê li ser milê pêşengên polîtîk ferz dike. Di roja îro da, doza Kurd û Kurdistanê hewcehîyeke jîyanî bi yêkitîya neteweyî heye. Êdî di navbeyna hêzên neteweyî da avakirina zemîn û kanalên dîyalogê karekî zerûrî ye. Divêt zemînekî ku hemû hêzên neteweyî pêkve girêdide rojek zûtir bête ava kirin. Digel vê yêkê, norm û rêzikên ku pêkve hêzên neteweyî li ser berjewendîyên neteweyî girêdide jî divêt bêne tesbît kirin û di jîyana pratîk ya polîtîka neteweyî da bêne serdest kirin. Bi vê armancê, em wekî KNK, vê ”Belgeya Stratejîya Yêkitîya Neteweyî” pêşniyar dikin ku di bîr û rehîya giştî ya neteweyî da bi berfirehî bête axivtin, gotûbêj û riberiz li ser bête kirin û encameke di xêra neteweyê Kurd da bête bi destxistin.

Statuya dagîrî û kolonyal ya Kurdistanê:

Kurdistan kolonîya navneteweyî ye li rojhilatanavîn. Digel nîrê kolonyalîzma dewletên Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê ya li ser stuyê xelkê Kurd, çar parçetî jî dewam dike. Neteweyê Kurd di bin destê van dewletên dagîrker û kolonyalîst da ye û ji hemû mafên xwe yên neteweyî û demokratîk hatîye bêpar kirin. Herweha bi dereceyên ji hev cuda jî be, li seranserê Kurdistanê, polîtîka şer, îmha û inkarê bi israr tête domandin.

Parçeyê di nav tixûbên fermî yên Iraqa nû da, formekî nû wergirtîye:

Di nav Iraqa Federal da, Kurdistana Federal. Lê belê, reftar û pozisyona hukûmeta Iraqa Federal ya merkezî ya ”de facto” ”antî Kurdistan” ji bo doza bi giştî ya Kurdistanê û mafên neteweyê Kurd, di nav xwe da potansîyela tehlîkeyê disitirîne. Lewma di vî warî da jî divêt hişyarîya neteweyî bilind bête girtin.

Di ”stratejîya neteweyî” da pozisyona dînamîkên navîn û derve:

Bi seferberkirina pêkve hêzên neteweyî û têkoşîneke bi rê û metodên meşrû yên polîtîk, rizgarkirina Kurdistanê û azadkirina neteweyê Kurd û xelkên Kurdistanê ji bindestê dijminên dagîrker û kolonyalîst manaya ”stratejîya neteweyî” îfade dike. Di tesbîtkirina ”stratejîya neteweyî” da xala bingehîn û tayînker ”berjewendîyên demokratîk yên neteweyî” ne.

Bi navê xelkê Kurd û kêmanîyên dî, hemû organîzasyonên sosyo-polîtîk [civakî-sîyasî], sosyo-kulturel [civakî-çandî] û sosyo-ekonomîk [civakî-aborî] yên neteweyî, kesayetîyên polîtîk û ronakbîr, ”wekî hêza mezin ya neteweyî”, terkîba civakî ya ”stratejîya neteweyî” pêktînin.

Hêzên navneteweyî jî, polîtîkên xwe yên li ser Kurdistanê,”dîrekt” an ”îndîrekt”, li goreyî berjewendîyên xwe yên jeostratejîk di rê dibin. Li ber vê rastîyê, divêt balansa reelpolîtîka cîhanê li ber çavan bête girtin û ji bo xizmeta berjewendîyên neteweyî û aştîya rojhilatanavîn, hisaba “tifaqên piralî” bête kirin.

Pozisyona dewletên dagîrker:

Dewletên dagîrker li goreyî berjewendîyên xwe yên dewletî, dijî hevdu di nav rekabet û rikeberîyê da ne. Belêm li ser xalekê berjewendîyên wan hev digirin û bi hev ra hereket dikin. Ew jî Kurdistan û bizava neteweyî ya xelkê Kurd e. Dewletên dagîrker hem yêk bi yêk polîtîkên xwe yên dijî neteweyê Kurd pêktînin û di rê dibin, hem jî bi hev ra û bi koordîne polîtîkên xwe yên hevpar yên dijî Kurd û Kurdistanê di pratîkê da bi cih tînin.

Pozisyona neteweyê Kurd û xelkên Kurdistanê:

Dijî vê konsepta nû gelek normal û heq e ku dînamîkên neteweyî jî divêt di çarçoveya berjewendîyên neteweyî da bi hev ra û bi koordîne hereket bikin. Karekterîstîkên ”parçeyî” hêj bi timamî ranebûne, lê zeîf bûne. Digel hindê, dewletên dagîrker van tixûbên di nav xwe da, dijî bizava neteweyî ya xelkê Kurd dibezîne. Divêt hêzên neteweyî yên Kurd jî beramberî vê polîtîka nû ya dewletên dagîrker, xwe li ”tixûbên destkir” negirin, tixûban bibezînin û piştevanîya hev bikin û di şkandina vî cepheyê dagîrkeran da, bi rengê enîya neteweyî têkoşînê bidin. Karekterîstîka nû ya şoreşa Kurdistanê ev e û divêt li goreyî vê konsepta nû bête hereket kirin.

Li milê dî, neteweyê Kurd di nav proseseke şoreşê da ye. Karektera şoreşa Kurdistanê neteweyî û demokratîk e. Neteweyê Kurd dijî van dewletên dagîrker, li milekê şer û têkoşîneke neteweyî dide, li milê dî jî di nav civata xwe da ji bo bi cih kirina sîstemê demokratîk xebatê dike. Di vê konsepta neteweyî da, bask û çeperên dînamîkên şoreşa neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê fireh in. Hemû çin û navçîn, grûb û kategorîyên civatê yên dijî sîstemê dagîrker û kolonyalîst, di armanca şoreşa neteweyî da tifaqdar in. Armanca ku hemûyan digihîne hev; rizgarîya Kurdistanê û azadîya neteweyê Kurd e. Di vê armancê da cihê kêmanîyên dî yên Kurdistanê, [Asûrî, Ermenî, Cihû, Ereb, Tirkmen, Azerî û Tirk] jî heye. Ew jî tifaqdarên neteweyê Kurd in û azadî û rizgarîya wan jî bi azadî û rizgarîya neteweyê Kurd ve girêdayîye. Lewma dijî vî sîstemê hov yê kolonyalîzmê, divêt pêkve xelkên Kurdistanê bêne seferber kirin û organîze kirin. Berjewendîyên wan hemûyan di hilweşandina sîstemê kolonyalîst da yêk e û divêt di nav esprîya cephegirîya neteweyî da hev bigirin û hêzên xwe bikin yêk.

Biryara mafê çarenivîsa neteweyî:

Di merheleyên şoreşê da, li goreyî rewş û konjonktura navxweyî û ya derve, li goreyî hêz û şiyan û îmkanên neteweyî dikare ihtimalên kêm zêde ji hev cuda derkevine pêşîya bizava neteweyî ya xelkê Kurd û Kurdistanê. Mafê neteweyê Kurd e ku biryara ”tayînkirina çarenivîsa xwe” bi xwe bide. Eve dikare otonomî, federalîzm, konfederalîzm û serxwebûn be. Di têkoşîna bidestxistina van armancan da, mafê xelkê Kurd heye ku her reng parastina rewa bi kar bîne. Xelkê Kurd herwisa di têkoşîna azadî, wekhevî, dad û dadyarîyê da terorê red dike û bi hemû peymanên navneteweyî yên mafên mirovî ve girêdayîye.

Di têkoşîna neteweyî da pozisyona stratejîk:

Hêz û dînamîkên neteweyî divêt di van xalan da beramberî hevdu bi biryardarîyeke bilind berpirsiyar bin:

1. Berjewendîyên neteweyî yên demokratîk divêt di serê her tiştî da bêne girtin.

2. Hebûnên neteweyî divêt bêne parastin û lê xwudan derkevin û rêz li sembolên neteweyî bête girtin.

3. Di têkoşîna dijî dewletên dagîrker û kolonyalîst da, li ser hisaba rêxistinên dî yên neteweyî divêt nekevin nav hisabên teng û rêxistinî.

4. Digel rêxistinên neteweyî her bi çi rengî be di nav dîyalogê da bin.

5. Piştevanîya hêzên neteweyî di dereceya herî bilind da bête ragirtin.

6. Kerkûk û hemû tixûbên Kurdistanê beramberî dagîrkeran her bi çi metodî be bi hev ra bêne parastin.

7. Şerê di navbeyna hêzên neteweyî da, wekî sûcê neteweyî bête qebûl kirin.

8. Her kîjan hêza neteweyî li ser têkçûna hêzeke dî ya neteweyî bikeve nav pratîkeke şaş, divêt wekî alarmeke sor bête qebûl kirin û beramberî vê ji rêya neteweyî derketinê, hemû dînamîkên neteweyî di nav alarmê da bin û refleksa parastina berjewendîyên neteweyî bi rengekî aktîv û lêveker nîşan bidin û rê li ber şkestina navxweyî ya neteweyî bigirin.

9. Ji bo ku yêkitîya neteweyî ya demokratîk mayînde bibe, divêt organîzasyonên wekî meclis, platform, kongre û yên dî bêne pêkînan.

Kombûna mezin ya KNKyê ya II.(Civata giştî ya 8an)
24 Hezîran 2008, Bruksel

Not:
Ev belge, di Civata Giştî ya 9. ya KNKyê ya di 13-14ê Kanûna 2008ê li paytextê Belçîk Brukselê hatîye kirin da, hatîye qebûl kirin.