Languages: English ‏سۆرانی‎

Daxûyanîya Civîna Konseya Revebir ya KNKê

Konseya rêvebir ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNKê di roja 5ê Tebaxa 2017an de, civîna xwe ya asayî encam da.
Di civînê da nirxandina pevajoya sîyasî di xalên girîng yên stratîjîk û peywendîdar bi doza gele Kurdistanê û li ser rewşa cîhan, Rojhilatanavîn û Kurdistanê destnîşan kir û jêre xwendinek hemealî li ser hate nîqaş kirin.

Di rewşa şer û pevçûnên Rojhilatanavîn de, cîhê ku şoreş, demokrasî û azadî tê peşxistin û nirxên mirovatîyê jê tên parastin avakirin, Kurdistane. Bi vê rastîya xwe, Kurd wek hêzek girîng û fer di rojeva dost û dijminan deye. Zor ji dewletên cîhanê, Kurdan êdî wek hebûnek di navçeye de dest digirin. Her wiha hezên demokratik bi tekoşîna gelê Kurd li dijî DAÎŞê wek hêza hîvî û ûmîdan dibinin.

Kurd di qonaxa nû ya rojhilatanavîn de, statû, nexşerê û sîstemên taze tên sazkirin û derfetên dîrokî bi dest xistine. KNKê ji bo ku Kurd wan derfetan bikarîbin bi karbînin di wan demên dawî de lez daye kar û xebatên xwe ji bo avakirina yekîtiya neteweyî. Di serî de li Başûr û Rojavayê Kurdistanê de KNK bi hemû alîyên sîyasî re, rexistinên sivîl û kesatîyên Kurd re hevdîtin pekanî ye. Herweha banga xurtkirina yeketîya netweyî daye. Wek qonaxek grîng û hestiyar jî encama wan karan bi beşdarîya piranîya hezên neweteyî û niştîmanî li encamdana Şewira Neteweyî ya di 15 û 16ê Tirmehê li Silemanîyê, wek gavek grîng pekanîye. Konseya Revebir encamên Şewira yekîtiya neteweyî ya Silemanî yê wek bingeha plansazîya xwe destnîşankir û di vî çerçovê de Konseya Revebir biryara pekanîna Şewiran li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyê welat tekez kir.

Îro li Rojhilatanavîn Kurd bi berxwedanên xwe peşdikevin, hezên dagirkerên Kurdistanê jî wek dewlata Tirkîye û Îran paşdikevin. Qeyranên dewleta Tirk her roj diçe kûrtir dibe. Dewlet dixwaze jîyê xwe bi xurtirkirina hezên nijadperest û faşîst wek MHP û Ergenekon/Balyozê wan direj bike. Her wiha bi hevdîtinên li gel Îranê jî dixwaze îttîfaqa antî Kurd ya salên bere zindî bike. Hewl dide li gel Îranê, rejîma Sûrîyê û Iraqê enîyek nû li dijî Kurdan ava bike.

Li Bakûrê Kurdistanê û di çerçoveya stratejîya antî Kurd, dewleta Tirkîye sîyaseta tunekirinê dimeşîne. Ji alîyek tevahî qaden sîyaseta Kurd, ji alîye din jî, bi tevahî hêza xwe ya leşkeri bi alîkarîya teknolojiye bê navber bombebaran dike. Her roj bi dehan sîyasetmedar, rojnamevan, nûnerên rexistinên civakî û sivîl digre. Hemû qezencên şaredarîyên Kurdistanê têk dibe. Nav û remzên kurd ji hole radike. KNK bi tundî sîyaseta dewlat Tirk şermezardike û banga gele Kurd li Bakûr dike ku piştgrî bidin çalakîyên HDPê ya ku ji bo adalet ê wîjdanê xebat dike. Her wiha KNK, banga alîyên siyasî û hezên civakî yên Bakûre Kurdistanê dike ku, bi peşxistina sîyaseta yekîtiya neteweyî ya Kurd peşîya sîyaseta tunekirinê bigrin. Kurd bi yekîtiya xwe li Bakûrê Kurdistanê dikarin qeyranên dewleta Tirk vergerînin derftên qezenckirinê. Îro tu hêzek edî bawerîya xwe bi dewleta Tirk nayîne!. Dewlet her diçe di sîyaseta navdewletî de tecîrt dibe. Îttîfaqên dewleta Tirk bi Amerîka, Yekîtîya Ewropa û hezên wek NATO yê re êdî dihejin û serûbin dibin.

KNK, berxwedana azadkirina Reqa yê wek berhemê tekoşîna gelan û hewlên qada sîyasî ji bo avakirina pergala demokratîk li wê herêmê silav dike. Her wiha Konseya Revebir gavên Meclîsa avaker ya Bakûre Sûrîya yê ya ji bo pêkanîna hilbijartinên meclîsên kantonan federasyona bakûre Sûriyê jî wek peşkeftinek dîrokî dibîne.

Lê, ji alîye din KNK êrişên dewleta Tirk û Îranê li ser destkeftîyên gelên me li Bakûre Sûrîya û Rojava, pirseke neteweyî û niştîmanî dibine. Bi taybetî jî êrîşên dewleta Tirkiyê li ser Efrîn û Şehba yê, wek êrîşên li dijî berjewendîyên hemû Kurdistanê dibine. KNK ji bo wê yekê banga hezên koalîsyona navdewletî wek Amerîka û Rûsya jî dike ku, sîyaseta xwe li hemberî qezencên demokrasîyê li rojava û Federasyona Demokratîk ya Bakûre Sûrîyê zelal bike. Ji ber sedema helwestên ne têr û zelal yên wan hêzan, dewleta Tirkiyê êrîşên xwe yên li ser Efrîn û Şehba zede kirine. KNK banga hêzên navdewletî dike, kû rêz û hurmet li ber îrada gelê Kurd û hemû gelen di nava Federasyona Demokratîk ya Bakûrê Sûrî bigre.

KNKê her wiha azadkirina Mosilê wek gavek girîng destnîşan kir. Lê, bal dikşîne ser pewîstî qonaxa avakirina sîstemek demokratik li gel hemû pekhatyên Mosilê. KNK hem ji hukumeta Iraq, hem jî ji rayedarên sîyaseta başûrê Kurdistanê daxwaz dike ku rê nedin şerê sîyasî ji bo parverkirina Mosilê. KNK bi taybetî piştgirîya xwe ji bo mafê çarenivîsa gele Asûrî-Sûryanî-Keldanî li deşta Nînova yê dike. Her wiha KNK wek erkekî niştimanî piştgirî dide hêzên gelê me yê Ezîdî li Şengalê, ew jî ji bo statûya xweser wek mafê xwezayî û çarenivîssaz dike.

Konseya Revebir ya KNKê bi berfirehî li ser rewşa Başûrê Kurdistanê rawestîya. KNK sedemên pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê bi qeyrana siyaseta desthilatdarîyê dibîne. Di encama wan qeyranande, rewşa jîyana xelk û hevwelatiyan êdî gehîştîye astekî herî krîtîk. Rewşa xirab ya aborî û jiyanî her diçe rê ji bo arîşeyan di nav civakê de zede dike. Zedebûna kuştina jinan, koçberîya gencan, berbelavîya hejarî û destkurtîyê û windabûna bawerî û hêvî û ûmîda paşerojeke geş din ava xelkê me de. Parçebûyina sîyaseta jî nahêle pirsgirêk bên çareserkirin. Ji bo we jî KNK carek din banga çalakkirina perlamena herêma Kurdistanê dike ku, çareserîyê li gor daxwazên gelê me pêk bîne.

KNKê her wiha rojeva referandumê wek mafê çarenvîsê gelê Kurd û Kurdistanê dibine. Lê, nîqaş û guftûgo di derbarê refendarumê re lazime û bila rayên cûda nebin sedema ji hev dûrketina aliyên siyasî û gel de. Hemû pekhateyên Kurd wek Feyîlî, Kakeyî, Hewramî, Ezîdî, û neteweyên Kurdistanê wek Asûrî-Sûryanî-Keldanî, Ermenî, Ereb û Turkmen û yên din, pewîste bi îrada xwe ya azad derbarê nîqaşên sîyasî wek referendomê, nêrîn û fikirên xwe bîninn ziman. KNK hemû şêwazên zext – fişar, gefan yên wek nêzîkbûnên antî demokratîk bi tundî rexne dike.

Civîna Konseya Revebir ya KNKê, di çerçova plansazîya karên xwe yên paşerojê de li ser amadekarîyên Şewirên Neteweyî li Bakûr, Rojhilat, Başûr, Rojava û derveyê welat rawestîya. Bi vê armancê KNKê bi ezmûnên xwe yên 18 salan û girêdayî şewirên neteweyî, konferans, platform, kongre û herî dawî jî, li gor encamên Şewira Neteweyî ya li Silemani di 15-16 Tirmeha 2017 an de, reşnivîsa di bin navê Belgeya Pîvanên Sîyaseta Yekîtiya Neteweyî ji bo alîyên sîyasî û raya giştî ya Kurdistanê pejirandîye.

Konseya Revebir her wiha plansazî ji bo sazkirina 18.mîn Civata Giştî ya KNKê di meha cotmeha îsal da kir.

Konseya Revebir bang li hemû alîyên sîyasî, kesayet, rewşenbîr, rexistinên sivîl yên Kurd û Kurdistanî dike ku di Şewirên Neteweyî yên parçeyên Kurdistanê da beşdar bibin.

KNK Daxuyani SORANI

Konseya Revebir ya KNKê