Languages: English ‏سۆرانی‎

Dem dema avakirina artêşek hevbeş a Kurdistanî ye!

Welatê me Kurdistan, tekane cih e ku ji çar aliyan ve ketiye nav agirbarana dagirkeriyê. Kurdistan, her weha tekane cih e ku lê, bi dehan komên çete û terorîst ên ne nîzamî, di bin navê cuda cuda de, li dijî xebata azadîxwaz a wê hatine avakirin. Welatê me, tekane welat e jî ku di astek wesa pê perwa de, bûye hedefa kevneperestiyeke mezhebî û hovîtiya dagirkeriyê.

Xebat û têkoşîna me Kurdistaniyan a li dijî dewletên Îraq, Îran, Sûriye û Turkiyê, cihê şanazî û serbilindiya me ye, lê êdî li ser hemû azadîxwaz û têkoşerên Kurdistanî ferz e, ku gelek kêmtir bi hizra partîgerî, herêmgerî û demkî tevbigerin. Hizra me, divê Kurdistanî, seranserî û stratejîk be.
Êrîşên dagirkeran ên li dijî gelê me, ti sînorên cîrantî, dîrokî, exlaqî, dîplomasî û siyasî nasnakin. Armanca wan, jinavbirina navê kurd û Kurdistanê di dîrokê de ye. Lewra, divê em Kurdistanî, yekdeng û yekcebhe, li hember dagirkeran rawestin.

Ji bo em karibin deskeftiyên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê biparêzin, û her weha rê li êrişên hovane yên dagirkeran li ser Bakur û Rojhilatê Kurdistanê bigrin, divê em di zûtirîn dem de, artêşek hevbeş a Kurdistanî ava bikin, ku hemû sînorên partîgerî, herêmgerî û parçegeriyê bişkînê.

Di rastiyê de, dagirker ne çar in, yek e. Em hemî dizanin û dibînin; dema ew dixwazin çavê gelê kurd bişkînin û êrişî Kurdistanê dikin, nabêjin ev parçe, yan ew parçe. Ji bo wan, ferqa Behdînan, Soran, Germiyan, Botan, Şikak, Hewraman, Yarsan, Êzdî, Elewî, sosyalîst, lîberal û her weha nîne. Ew li dijî hemû gelê Kurdistanê ne û dixwazin axa Kurdistanê, bi dagirkerî di destê xwe de bihêlin.

Bersiva rast a Kurdistaniyan jî, divê tenê ev be: Dagirker ji axa Kurdistanê derkevin!

Hewldana Kurdistaniyan a ji bo damezrandina sîstemek demokratîk, laik-sekular, pluralist û pêşketî, hemû kevneperestên herêmê hejandine. Wan ji zû de biryara xwe dane, ku bi her awayî, li dijî serxwebûn û hemû mafê xelkê Kurdistanê û mafê wan ê çarenûsî bin. Divê em Kurdistanî jî, di heman astê de bersiva wan bidin.

Ew jî, biyekkirina hêza parastinê ya Kurdistanê, avakirina artêşek hevgirtî, sazkirina fermandariyek parastinê ya hevbeş, û bi vî awayî; sûdgirtina ji zîrekî û hêza gelê me, ku her dem, bi sedhezaran ciwanên wî, keç û jinên wî yên serbilind û berxwedêr, amade ne, fedayîyane di sengerên şer de parastina axa xwe bikin.

Kongra Netewî ya Kurdistanê, ji hemû takekesên kurd dixwaze, bi vê hestê tevbigerin, di nav xwe de aram û çêker bin, diyalogek niştimanî û zimanekî siyasî yî ciddî bikarbînin û derfetê nedin, ku dem û hêza me ya niştimanî, bi nîqaş û rojevên bê wate, vala biçe. Divê em rêzê li hemû têkoşer û şêwazên hevûdin ên têkoşînê bigrin. Kurdistan welatê me hemûyan e!

Li ser vî esasî, em dixwazin; hun hemî daxwaza damezrandina artêş û fermandariyek hevbeş a Kurdistanî bikin û vê daxwazê bixin rojeva xwe. Temenê dagirkeriyê li Kurdistanê ber bi kurtbûnê ve diçe. Emê bi artêşek hevbeş û hevgirtî karibin dagirkeran bişkînin û cîhan jî rêza ku gelê me layîq e, wê nîşan bide.

KNK Spay Havbesh a neteweiy SORANI

KNK Spay Havbesh a neteweiy FARSI
Konseya Birêvebir a Kongra Netewî ya Kurdistanê
23/09/2017