Languages: English ‏سۆرانی‎

Encamnameya Civîna Konseya Rêvebir ya KNKê

Konseya Rêvebir ya KNKê, civîna xwe ya asayî ya yekemîn, piştî 17. Civata Gîştî ya KNKê, di roja 11.11.2017an de pêk anî.
 
Di civîna Konseya Rêvebir de rewşa cîhan, Rojhilata Navîn û Kurdistanê, bi berfirehî hat guftugokirin.
 
Derbarê rewşa Kurdistanê de, Konseya KNKê yek bi yek li ser rewşên beşên Kurdistanê bi taybet rawestiya. Her wiha polîtîkayên devletên dagirker ên Tirkiye, Îran, Irak û Sûriyeyê jî bûn mijarên nirxandinê.
 
Her çiqas erîşên dewleta Tirk li dijî gelê li  Bakûrê Kurdistanê her diçe zedetir jî dibe, berxwedana li hember nijadperestî û erîşkariya hukumeta AKPê jî ewqas pêşve diçe. Ji ber ku devlet bi karanîna hemû şewazên perçiqandin û çewsandinê encam nagire, dikeve nava legerînan da ku zextê zedetir bike.
 
Devleta Tirk hebûn û nebûna xwe, bi pirsgêrika Kurd ve giredaye û di vê çerçoveyê de jî hem siyaseta xwe ya navxweyî û hem jî ya navdevletî li ser dijberiya Kurdan avakiriye. Stratejiya devleta Tirk, bi zelalî stratejiya antî Kurd e.  Di wê mijarê de, devlet ferq û cûdahiyê nake navber Kurdên Bakûr, Rojhilat, Başûr, Rojava û yên derveyî welat. Hemû hewldanên dewlata Tirk ewin ku çi dibe bila bibe di mijara ji nû ve destgirtina Rojhilata Navîn de, divê Kurd encamekî pozîtîf bi dest nexin. Piştî ku devleta Tirk şerê xwe yê herî dijwar ji 2015 an û vir ve, li Bakûrê Kurdistan û 2012 an û vir ve jî li dijî Rojavayê Kurdistan û Bakûrê Sûriyeyê meşand  û encam negirt, niha piştî referandûma Başûrê Kurdistanê, êdî wî şerî pirr vekirî li dijî Başûrê Kurdistanê jî dimeşîne. Ji ber ku bi tena serê xwe nikare hêza Kurdan bişkêne, pişti referandûma Başûrê Kurdistan mecal dît ku peşengtiyê ji bo avakirina tifaqa dijî Kurd li gel Îran, Irak û Sûriyeyê pêş bixe.

Li gorî devleta Tirk lazime di guhertinên navçeyê de, Kurd bê par bimînin û dîsa wek sedsala 20 an bimînin di bin nîrê dagirkeriyê de. Her wiha ji ber ku Kurd bi serkeftinên xwe li Bakûr, Rojava û Başûr xwediye grîngiyeke mezin in, devleta Tirk dixwaze Kurd ji wê astê dakevin xwarê û pirsgerika Kurd dîsa wek sedala 20 an, ango wek pirsgerika navxweyî ya Tirkiye, Îran, Irak û Sûriyeyê bê  destgirtin. Bi tu awayî devleta Tirk naxwaze Kurd bi îradeya xwe, li ser navê xwe wek kirde (aktor), mafê xwe yê çarenivîs bi dest bixin.

Di siyaseta Kurdî de pêwîste bi pênasekirinek neteweyî di derbarê dewleta Tirk de hebe. Bi kurtasî dikare bê gohtin ku dewleta Tirk bi şovenîzm, nîjadperestiya xwe ve dijminê gelê Kurd yê serekeye.. Îranê jî, destekeftiyên Kurdan ji bo xwe wek pirsgerikeke esasî dibîne. Îran û Tirkiye bi taybetî jî piştî serkeftina dîrokî ya li Raqqayê ketin nava tirsek mezin. Dixwazin pêşiyê bigrin da ku di asta navdevletî de projeya demokrasiya di bin peşengtiya Kurdan li gel Ereb, Aşûrî-Sûryanî-Keldanî li Bakûrê Sûriyê, bi ser nekeve. Her dû devlet dizanin ku êdî piştî serkeftina Raqqa, edî pirsgerika çareseriya pêşeroja Sûriya Demokratîk ketiye rojeva siyaset û dîplomasiyê. Êdî zedetirî şer, nîqaşên siyasî û dîplomasiyê ketine rojevê. Hem Emêrîka û hem jî  Rûsya, bi taybet piştî Raqqa û hewldanên rizgarkirina Darê Zorê, dizanin ku beyî Federasyona Demokratîk ya Bakûrê Sûriyeyê nikarin pêş bikevin.

Ji aliyekî ve, Îran li ser rêya rejîma Sûrîyê, ji aliyê din ve jî Tirkiye bi taybet li ser rêya Îdlîbê, dixwazin pêşiya demokrasiya FDBSê bigrin.

Bi hemû hêza xwe dixazin Kurdan derveyî platformên navdevletî yên siyasî û dîplomasiyê bigrin. Devleta Îranê piştî serkeftina Raqqa û referandûma Başûrê Kurdistanê siyaseta xwe ya dijî Kurd tundtir kir. Ji aliyê din ve, li Rojhilatê Kurdistanê darvekirin, girtinên siyasetmedaran, kuştinên kolberan bi baldarî zedetir kiriye. Her wiha li Başûrê Kurdistanê jî, hewldanên xwe yên dagirkeriyê bê navber berdewam dike. Li gel devleta Tirkiyeyê, Îran jî bi bandora xwe li ser hukumeta Irakê dixwaze şerê Kurd û Ereb li Iraqê derbixe. Lê, hêz û quweta Îranê nîne ku bi siyaseta xwe ya dijê Kurdan bi serbikeve. Îranê destê xwe avêhtiye hemû cîhên nakok yên herema Rojhilata Navîn. Ji ber wê jî niha hêza esasî ya bê îstîkrarkirina navçeya Rojhilata Navîn e. Bi wê sedemê jî nakokiyên wê li gel gelek dewletên navçe û cîhanî hene. Herî dawî zindîbûyîna siyaseta Erebîstana Siûdî; pekhatina qeyrana Lubnan nîşan dikin ku hêdî hêdî stratejiya Îranê ya di bin navê Hîlala Şîa de, tê tengavkirin û dorpeçkirin.  Di rewşeke wisa de şerekî dijî Kurd, wê Îranê bike rewşeke pir aloz û krîtîk.

Konseya Rêvebir ya KNKê derbarê siyaseta hukumeta navendî ya Iraqê de, gelek nirxandin kir. Erîşên li ser deverên nakok ên li ser Kerkûk, Xurmatû, Xaneqîn, Celawla, Şengal, Mexmûr, Mûsil hwd, bi rêya hezên paramîlîter ên wek Heşdî Şabî, weke dagirkerî destnîşan kir. Mecal û derfet hebûn ku hukumeta navendî bi rêya diyalogê, pirsgerika li gel Herêma Kurdistanê çareser bikira. Lê ewan bi desteka Tirk û Îranê êrîş kirin. KNK bang li hukumeta navendî dike ku ji bo berjewendiyên Tirkiye û Îranê, nekeve nava tifaqa dij Kurd. Pêwiste li rewşa krîtîk û lewaza û tecîrtîkiri li Tirkiye û Îran ders bigre. Pêwiste Iraq bizanibe ku ne Tirkiye û ne jî Îran ji bo berjewendiyên gelê Iraqê xêrxwaz nebûne. KNK hîşyarî dide hukumeta navendî, da ku li ser navê Îran û Tirkiyeyê şere vekaletê, li dijî Kurdan pêk neyne. Li ser prensîbên destûra bingehîn ya Êraqê, dubare em banga avakirina zemîna diyalogê dikin.
 
Konseya Rêvebir bi taybetî li ser rewşa Başûrê Kurdistan sekinî. Heya niha KNKê bi baldarî li ser Başûrê Kurdistanê sekiniye û bi peşxistina karên xwe li Başûr hewldaye ku diyaloga navxweyî xurtirbike. KNKê bi çendîn bang û daxûyaniyan, rewşa Başûrê Kurdistan piştî referandûmê destgirtiye. Her çiqas bûyerên xemgîn ji piştî referandûme derketine holê jî, berpisiyarên siyasî yên Başûrê Kurdistan heya îro jî dewsa rexnedayînê, ketine nava rewşa hev tewanbarkirinê. Lê pewîstiya leborîn û rexnedayînê beramberê gel heye. Sîyaseta şaş hatî meşandin, îro herî zede tesîr li ser jiyana gel kiriye. Siyaseta desthilatdar ya ku bûye sedema pirsgerikan, bi israr kêmasiyên xwe berdewam dike. Tewanbarkirina dij hev, li ser girtina pirsgirêkaye. Konseya Rêveber dubare bang li hemû hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dike, da ku di bin sîwaneke neteweyî de stratejiya siyaseta yekîtiya navxweyî pêş bixin.

Mixabin rêveberîya Başûrê Kurdistanê di çarçoveya berpirsiyariya siyaseta xwe de gelê me ronî nake û dewsa wê ketiye nava xweparastine. Ji ber wê sedemê jî, pirsgirêka hev tawanbarkirinê derdikeve peş. Ev jî dihêle ku dewletên dagirker qezenc li ser parçebûyîna siyasî bidestbixin.

Konseya Rêvebir ya KNKê pirsgerikên ku piştî referandûmê qewimîn û berdewamin, wek pirsgerikên kevin destgirt. Ji ber vê yekê jî, pewîstî bi destgiritineke kûrtir heye. Bi giştî derket holê ku pewîstî bi nûbûyîna hişmendiya siyasî heye. Dubarekirina siyaseta klasîk bi Kurdan dide windakirin. Kurdan, bi sedema siyaseta parçekirî, ezezitî,  hem di qonaxa şerê cîhanê yê I. û him jî yê II. de wenda kir. Lê  îro di qonaxa şerê cîhanê yê III. de derfet û mecalên serkeftinê zeditirin. Ne Kurd kurdên kevn in, ne Rojhilata Navîn û ne jî cîhan wek berê ye. Israrkirina kevneperestiyê, îro dide windakirin.

Nirxandin û analîzên rasteqînî dikarin li Başûrê Kurdistanê bibin destpêka avakirina hişmendiya nûjên. Berî her tiştî avakirina hişmendiyeke demokratîk pêwiste. Beşdarkirina civakê di siyaset û bîryaran de, êdî zarûrî ye. Siyaset pêwiste bikeve bin kontrola gel.

KNK di wê baweriyê de ye ku her çiqas piştî referandûmê gelê me yê Başûrê Kurdistanê nerazî û xemgîn be jî, pêwîste ji mecalên serkeftinê bêpar nemîne. Bi xwedîderketina ezmûnên Rojavayê Kurdistanê, her wiha xurtkirina diyaloga gel di navbera Başûr û Rojava de, dikare xizmeta rêya avakirina siyaseteke nû li Başûrê Kurdistanê veke. Di wê derbarê de jî, KNKê pewîstiya danûstandina di navbera her dû parçeyan  de, wek bingeha bihev hêzkirinê dibîne. Gelê me yê Başûrê Kurdistanê, lazime bizanibe ku  hêza hemû Kurdan li Bakûr, Rojava û Rojhilat li pişta wan e. Û morelê xwe ji hêza Kurdan ya li Rojava, Rojhilat û Bakûrê Kurdistan bigire. 

Konseya Rêvebir ya KNKê di wê çerçoveyê de pewîst dît ku rê û rêbazên karên xwe yê li ser Başûrê Kurdistanê jî, li ber çavan re derbas bike. KNK pewîstî dibîne li gel berdewamkirina karên xwe li gel partiyên siyasî, kar û xebatên xwe raste rast, di nava civakê de, pêş bixe. Bi çêkirina platformên cûda li gel nûnerên civakê, KNK dixwaze karê xwe bi taybet ji bo Başûrê Kurdistanê xurtir bike, da ku bi hêza gelê me guhertinên demokratîk, di siyaseta Başûrê Kurdistanê de, pek werin.
 
Civîna Konseya Rêvebir ya KNKê wek xaleke grîng li ser siyaseta hukumeta Elmanyayê ya li dijî Kurdan, rawestiya. Di van rojên dawî de êrîş û qedexeyên li ser sembolên Kurdan wek al û rengên Kurdî, her wiha posterên Rêberê KCKê Abdullah Ocalan zêde bûne. Hukumeta Elmanyayê her wiha di dema referandûme de jî, siyasata xwe ya neyênî derbarê Başûrê Kurdistan de jî nîşan dabû. KNK bang li hukumeta Elmanyayê dike ku şerê vekaletê li ser navê AKPê, li dijî Kurdan nemeşîne. Her wiha pêwîste hukumeta Elmanyayê bizanibe ku KNK polîtîkaya tecrîta li Îmraliyê ya dewleta Tirk dijî Rêberê KCKê Abdullah Ocalan dide meşandin, wek pirsgirêka neteweyî dest digire. Di êê derbarê de, KNK çalakiyên gelê me yê li Ewropayê ji bo azadkirina Rêberê KCKê û hemû girtiyên siyasî silav dike û piştgiriya xwe destnîşan dike. KNK bang li hukumeta Elmanyayê dike ku tifaqên xwe yên ekonomîk û siyasî li gel Tirkiyê û Îranê, ne li ser pişta Kurdan ava bike. Êdî li Rojhilata Navîn diyar bû ku hezên dijminatiya Kurdan dikin bin dikevin, yên dostaniya Kurdan jî dikin bi ser dikevin.
 
KNK bi sedema 25‘ê Mijdarê, roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, bang li jinên Kurd û Kurdistanî dike ku jin xwe wek hêza esasî ya pêşxistina çanda demokratîk bibînin û bi wê hezê jî, hemû şewazên tundiyê têk bibin. Bi dengê bilind û avakirina rihê yekîtiya netewî, divê jinên Kurd dengê xwe, ji bo demokrasiyê, wê rojê bilind bikin. Di civakeke demokratîk de, pirsgerika tundûtûjiyê, ji hole radibe.
  
Konseya Rêvebir a KNKê wek xaleke girîng, xwe li gorî biryar û peşniyarên 17. Civata Gîştî ya KNKê rêxistin kir. Di wê çerçoveyê de karên xwe yên rêxistînî û pratîkî destgirt. Herwiha xebata dema derbazbûyî jî nîqaş kir û plansazîya xebatê ya dema pêş jî amadekir.

Konsey li ser mîsyon, erk û plankirina karên komîsyon û komîteyên KNKê rawestiya. Li gorî wê, berspirsiyarên organên KNKê destnîşan kir.
 
Wek cîgirên hevserokan Tahîr Kemalîzadeh û Dilşa Osman; her wiha Hakim Farûq Jamîl wek şewirmendê Hevserokatiya KNKê  hatin hilbijartin.
 
Serokên Komîsyonan:
1.     Komisyona Karê Derve: Adem Uzun
2.     Komîsyona Jinan: Dilşa Osman
3.     Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê: A. Avesta Aydin
4.     Komîsyona Jîngehê: Dr. Abdullah Îbrahîmzadeh
 
Serokên Komîteyan:
1.     Komîteya Ragihandinê: Refîk Xefûr
2.     Komîteya Darayî: Zubeyir Aydar
3.     Komîteya Mafe Mirovan: Behzad Pîrmûsa
 

Encamnameya Civîna Konseya Rêvebir ya KNKê 11.11.17 Sorani
Konseya Rêveber a KNKê
13.11.2017