Languages: English ‏سۆرانی‎

Encamnameya Şewra Yekitiya Neteweyi ya Rojavayè Kurdistanè

Şêwra Yektiya Neteweyiya Kurdistanê ku di navbera 15 û 16‘ê Tîrmeha 2017an li Silemaniyê pekhatibû, bîryar li ser lidarxistina Şêwrên beşên Kurdistanê hatibû girtin. Di çerçoveya wê bîryarê de li Rojavayê Kurdistanê di navbera 1 û 2yê Cotmeha 2017an de li bajarokê Rimêlan Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê bi beşdarbûyîna bi qasî 200 delegeyan pêk hat. Di şêwrê de nûnerên hemû rexistinên sîvîl ji herêma Cizîr, Kobanê, Efrîn, Şêxmeqsûda Helebê, Şam û nûnerên 25 partiyên siyasî amade bûn. Hemû aliyên siyasî ji bo şêwrê hatibûn vexwendin. Beşdariya jin û ciwanan di asteke bilind de bû.

Beşdarên Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê bi yek dengî bal kişandin ser derfetên zêrîn û dîrokî yên ku îro ji bo gelê Kurd derketinê holê. Têkoşîna Gelê Kurd û Kurdistanê li hember dewletên dagirker û mêtinger îro gihîştiye qonaxeke encamgirtî. Êdî mecal ji bo Kurdan çêbûye ku li aliyekî statûya nasnameya xwe di qada navneteweyî de bi dest bixin. Li alîyê din jî, bi pêşxistina sîstemên demokratîk pêşengtiyê ji bo rizgariya tevahiya gelê Sûriyê jî bikin. Projeya jiyana hevbeş û demokratîk ya Kurd û Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê ji bo tevahiya Sûriyê îro bûye modeleke nûjên. Vê pêşketinê Kurd di asta cîhanê de kirine mînaka pêşengê ya demokrasiyê.

Gelê Kurd li gel hemû pêkhateyên li Bakurê Sûriyê di hilbijartinên komûnên ku di 22yê Îlona 2017an de bi beşdariya bi pileyeke bilind pêk hatiye û bi vê pêngavê sîstema federalîzma demokratîk erê kiriye. Xeyala jiyaneke demokratîk û azad li Rojavayê Kurdistanê êdî ji xewnê derketîye û bûye rastiya jiyanê. Hemû beşdarên şêwrê, hezên parastinê YPG, YPJ û QSD weke garantorên van serkeftinan silav kirine û mineta xwe ji bo şehîdên şoreşa Rojava anîne ziman.

Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê, hemû gerîla û pêşmergeyên Kurdistanê silav kirine û ew weke hebûnên nirxî yên Kurdistanî bi nav kirine.

Şêwra Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê destkeftiyên projeya neteweya demokratîk ya ku îro li Rojava û tevahiya Bakurê Sûrîye pêk hatiye, weke encama ramanên avahîsaz(mîmar) rêzdar Abdullah Ocalan hatiye dîtin. Lewma spasî û minet ji bo reberê netewa demokratîk rêzdar Abdullah Ocalan hatiye pêşkêş kirin.

Hemû aliyên siyasî û civakî yên Şêwra Yekîtiya Netweyî ya Rojavayê Kurdistanê bi yekdengî daxwaza azadiya rêberê gelê Kurd rêzdar Abdullah Ocalan kirine. Beşdarên şêwrê, sîstema îşkenceya Îmraliyê weke êrişeke li dijî neteweya Kurd girtin dest û bang li dewleta Tirk kirin ku dest ji wê dijminatiyê berde û pirsgirêka Kurd bi riya dîyalogê çareser bike. Her wiha şêwrê; daxwaza azadkirina hemû girtiyên siyasî yên di zindanên Tirkiyê de ne, kir. Di şêwrê de berxwedana gelê Kurd ê Bakurê Kurdistanê hat silavkirin û piştgirî hat teqezkirin. Pêşxistina têkoşîna li hemberî qirkirina çandî, siyasî û dîrokî ya ku li ser Bakûrê Kurdistanê ku ji alîye dewleta Tirk ve tê meşandin, weke erkekî neteweyî û sîyasî hatiye pejirandin.

Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistan, rewşa gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê jî guftûgo kir û piştgiriya xwe ji bo daxwaza wan a azadî û demokrasiyê aniye ziman. Her wiha; êrîşên rejîma Îranê ku weke siyaseta darvekirin, koçberkirin, pelçiqandin, asîmîlasyona li dijî gelê me tê meşandin, bi tundî şermezar kir û ji dewleta Îranê daxwaz kir ku dest ji dijminatiya gelê Kurd berde. Şêwrê banga dewleta Îranê kir da ku bi rêz û hurmet nêzî daxwazên rewa yên mafê çarenûsî bibe.

Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê di guftûgo û nîqaşên xwe de jin û ciwan di şoreşa Rojava de weke hêzeke pêşeng destnîşan kirine û beşdariya wan her du hêzên sereke yên civakî û siyasî, di nîqaş û guftûgoyên yekîtiya neteweyî de weke pewîstiyeke grîng digire dest.

Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê balê dikişîne ser pêvajoya piştî rizgarkirina Reqa û Dêrazorê. Ji ber ku ew dê bibe despêka qonaxake nû ya destnîşankirina çareserîya siyasî ya Sûriye. Ji ber wê çendê bang li hemû hêzên Kurdistanî tê kirin ku di vê qonaxa dîrokî de bi danûstandin û pêkanên xwe xwediyê helwesteke yekîtiya neteweyî bin, piştgriyê bidin projeya Sûriyeya demokratîk.

Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê rêveberiya xweser û sîstema demokratîk ya ku li Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin, weke deskeftiyeke neteweyî û li ser berjenwendiyên tevahiya partiyan dibîne û di vê çarçoveyê de bang dike ku li hemberî zagon û peymana civakî ya vê pergalê rêz were girtin.

Beşdarên Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê ji bo ku pêşeroja azad û demokratîk li tevahiya Kurdistanê mîsoger bibe, balê dikişînin ser pewîstiya yekîtiya neteweyî ya di nava Kurdan de. Her çi qas hinek aliyên siyasî di şoreşa Rojava de cihên xwe negirtibin jî, lê ev şoreş dîsa bi karekterekî neteweyî hatiye pêşxistin.

Her wiha tifaqiya neteweyî û demokratîk a Rojavayê Kurdistanê wê di heman demê de hêzê bide îtifaqa gelan û jiyana hevbeş a hemû gelên Sûriyê.

Şêwra Rojavayê Kurdistanê bang li hemû rexistin, sazî û partiyên siyasî dike ku cihê xwe di nava pêşxistina xebatên avakirina sîstema federalîzma demokratîk a Bakûrê Sûriyê de bigirin.

Rexneyên tund li ser siyaseta Kurd a ezezîtî, parçeyetî(parçeperestî) û ya ku desthildariya xwe ferz dike, hatin ziman. Pewîstiya feraseta demokratîk di nava partiyên kurdî de weke mijara sereke hat nirxandin. Di destnîşakirina sedemên pirsgerika stratejiya siyaseta yekîtiya neteweyî de, feraseta parçabûyînê weke astengiyekê hat ziman. Helwesta partiyên ku berjewendiyên xwe yên hîzbî li ser berjewendiya neteweyî de digirin bi tundî hat rexnekirin û bang li van partiyan hat kirin ku dest ji vê siyasetê berdin. Di heman demê de yek jî sedema lewazbûna siyaseta yekîtiya neteweyî pirsgirêka maslahtparêziya partiyan hat destnîşankirin.

Her wiha rexne û pêşnîyar hatin kirin, da ku hinek partiyên kurd ên Rojavayê, di nava îtîfaqên ku dijîtiya Kurd dikin de cih negirin. Di vê derbarê de bang ji bo partiyên ku di nava îhtilafê de cih digirin, ji wan hat daxwazkirin ku pêşiya siyaseta şovenî û dijkurdî ya ku hin aliyên desthiladariyên ereb pêk tînin, were sekinandin.

Yek jî mijarên ku Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê girt dest, referandûma Başûrê Kurdistanê bû. Hemû beşdaran bi yekdengî daxwaza azadiyê û mafê diyarkirina çarenûsa gelê me yê Başûrê Kurdistanê weke mafekî xwezayî destnîşan kirin û ji bo vê yekê piştgiriya xwe ragihandin. Lê belê, li alîyekî din jî siyaseta desthilatdariya Başûrê Kurdistanê jî ji ber sedema sîyaseta wan a teng û parçeperest rexne kirin. Siyaseta desthilatdar a Başûre Kurdistanê ne tenê ji bo Başûr, di heman demê de ji bo Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê jî weke xetereyeke mezin hatiye desnîşankirin. Divê ku di bîryarek wisa de siyaseta desthilatdar a Başûrê Kurdistanê li gel hemû aliyên siyasî yên Kurd re bişêwriya û piştgiriya wan garantî bikira.

Şêwra me seknên(helwestên) ku ferq û cudahiyê dixin navbera parçeyên Kurdistanê weke berdewamiya fikir û polîtîkayên dewletên dagirker digire dest û seknên(helwestên) wisa bi tundî şermezar dike.
Beşdarvanên Şêwra Rojavayê Kurdistanê bal kişindin ser xetereya îtîfaqa dijî kurd a ku di navbera dewletên Tirk, Îran, Sûriyê û Iraqê. Dewleta faşîst a Tirkiyê, îro dîsa serkêşiya îtîfaqa li dijî Kurd dike. Piştî referanduma Başûre Kurdistanê dewleta Tirk îro ketiye nava liv û tevgerê, da ku li Herêma Kurdistanê deskeftiyên Kurdan têk bibe. Dewleta Tirk, sala 2012an bi hemû şêwazan li dijî şoreşa Rojavayê Kurdistanê şerekî dijwar meşand. Lê belê, li ber siyaseta aqilane li Rojava ti encam negirt. Mixabin îro ev dewlet weke gef û xetereyeke mezin, xwe li ser Başûrê Kurdistanê ferz dike. Dewleta Tirk bi pêşxistina îtîfaqa li dijî Kurd, dixwaze diyaloga navbera Kurd û Ereban jî têk bibe. Hikumeta navendî ya Iraqê li dijî Kurdan sor dike. Rejîma Îranê jî, li dijî gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê teşwîqî êriş û şer dike. Ev rastiya dewleta faşîst a Tirk, Kurdan neçarî(mecbûrî)parastina neteweyî dike.

Rastiya siyaseta herêmî û navdewletî ya ku piştî referandûma Başûrê Kurdistanê derketiye holê, ku êdî kongra neteweyî li ser Kurdan ferz dike. Her wiha mîsogerkirina serkeftina Rojavayê Kurdistanê jî, kongreya neteweyî weke pêwîstiyekê dike rojeva siyaseta Kurd.

Dewleta Tirk a dijî Kurd li Bakurê Kurdistanê bi berxwdaneke mezin ya gerîlayên HPG/YJA Starê re rûbirû ye. Her wiha Şêwra Rojava, piştgiriya gelê me yê Bakûrê Kurdistanê ku di destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê de heya îro xwedî li şoreşê derketiye û ew parastiye û piştgiriya Bakûrê Kurdistanê weke erkekî welatparêzî dubarê destnîşan dike.

Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê di nîqaş û guftûgoyên xwe de gelek pêşniyar û proje ji bo kar û xebatên KNKê jî peşnîyar kirin. Ji KNKê daxwaz hatiye kirin, da ku ji bo derbaskirina pirsgirêkên navxweyî, avakirina saziyên neteweyî û ji bo mijarên taybet ên neteweyî alîkar be.

Şêwra Neteweyî ya Rojvayê Kurdistan sekna(helwesta) gelê Kurd a li çar parçeyên Kurdistanê û derveyê welêt ku di nava agirê şerê Rojhilata Navîn de weke seknekî(helwesteke) berxwedêr û neteweyî rista xwe dilîze û bi rêzdarî silav dike.

Di encama hemû axaftinan de Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê gihîştiye wan encaman:
1. Avakirina komîsyonên rûspî û kesayetiyên rewşenbîr ji bo çareserkirina nakokiyên siyasî yên di navbera partîyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê.
2. Mezinkirina hêzên parastina gel li dijî hemû xetereyên li ser destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyê
3. Pêşxistina kar û projeyên taybet ji bo vegera Kurdên Rojava yên ku koçber bûne
4. Avakirina platformên bêalî ji bo rexne û giliyên di navbera hezên Kurd de.
5. Weke armanceke grîng pêşxistina sîstema hevserokatiyê di nava partî û rêxistinan de
6. Amadekirina peymana jinên Kurd ji bo yekîtiya neteweyî
7. Di nava civakê de rojevkirina pewîstiya yekîtiya neteweyî û di nava gelê Kurd de ji bo wê darxistina panel, civîn û semîneran
8. Pêşxistina çalakiyan ji bo azadîya Rebêre Gelê Kurd Abdullah Ocalan
9. Ji bo pêşîgirtina bişaftin/asîmîlasyonê li ser Kurdan bi taybet li Şamê, Helebê û heremên derveye sîstema federalîzma demokratîk ya Sûriyê, pêşxistina ziman û çanda Kurdî
10. Destgirtin, xwedîderketin û pêşxistina Zimanê Kurdî di asta herî bilind de wek erkeke welatparêzî û niştimanperwerî.
11. Ji bo çarseriya tevahiya pirsgerikan pêşxistina nêzikbûnên zanistî.
12. Êrişên Dewleta Tirk ên li ser herêma Efrîn û Şehbayê bi tundî şermezar dike û wan êrişan weke xeta sor a li dijî nirxên neteweyî digire dest.
13. Di nava nîqaşên siyaseta yekîtiya neteweyî de weke mijareke pîvanî/prensîb destgirtina pirsgirêka azadiya jinê.

Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê
2 Cotmeh 2017, Rimelan