Languages: English ‏سۆرانی‎

Gelê Kurd nêzîkatiya li hemberî Ocalan, wek xeta sor destnîşan dike

JI RAYA GIŞTÎ RE

Dewleta Tirk û desthilatdariya AKPê ya faşîst, di demên dawî de, li ser tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi riya Medya xwe hinek nûçe weşandin. Medya ku berdevkiya faşîzma AKPê û şerê qirêj yê li dijî gelê Kurd dike, bêyî ku çavkaniya nûçeyan nîşan bide, diweşîne. Diyar bu ku nûçe, ji yek navendê hatine amade kirin û Medya Tirk jî weşandiye. Hemberî ku, rayedarên desthilatdariya AKPê ya faşîst, 5 sal in desturê nade ku parêzer, salek e ku desturê nade malbat biçin Imralî û hevdîtina meşrû ya bi muwekîl û xizmê xwe re bikin. Dewleta Tirk û desthilatdariya AKPê ya faşîst, desturê nade CPT ku raporên derberê serdanên li Imralîyê de, ji raya giştî re eşkere bike.

Desthilatdariya AKPê ya faşîst û dewleta Tirk, bi siyaseta taybet ya li Imralî, dixwaze iradeya gelê Kurd, saziyên siyasî û civakî yên gelê Kurd têk bibe. Lê baş tê zanîn ku Gelê Kurd, Birêz Ocalan, wek îradeya xwe ya siyasî ilan kiriye. Nêzîkatiya li hemberî Ocalan jî, wek xeta sor destnîşan kirine. Haraketa Azadiya Kurd, saziyên sifîl û siyasî yên Kurd jî, desyhilatdariya AKPê ya faşîst û dewleta Tirk şiyar kirine. Divê ev şiyar kirin ciddî werin girtin û çalekiyên gelê Kurd û bangên Saziyên Kurd li ber çavan werin girtin, hem siyaseta qirêj ya li Imralî û lîstikên bi şantajê terk bike.

Piştî ragihandinên ku çavkaniya wan ne diyar di medya Tirk de cih girtin, Gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat rabûye ser piyan, dewlet û desthilatdariya AKPê bêdengiya xwe didomîne. Di heman demê de, hêzên global, sazî û dezgehên pêwendîdar yên navneteweyî jî bê deng in. Birêz Abdullah Ocalan lîderê gelên li Kurdistanê ye, dewlet û destilatdariya AKPê jî ji tenduristiya wî berpirsiyar in. Ji bo vê jî divê şiyar kirin ciddî werin girtin û demildest desturê bidin ku parêzer û malbat biçin Imralî û hevdîtinan bikin û raya giştî agahdar bikin. Tenê gotina Serdozgeriya Komarê ya Bûrsa ku got; ‘tiştekî bi vî rengî nîne’ ne bes e, gelê Kurd jî bawer nake. Gelê Kurd, ji tenduristî û ewlekariya Birêz Ocalan, desthilatdariya AKPê berpirsiyar dibîne. Wê hesab jî bipirse.

Divê gelê Kurd yên çar parçeyên Kurdistanê û gelê me yê li derveyî welat, bi çalekiyên demokratîk dijberiya xwe nîşan bide û li dijî tecrîda giran, li dijî siyaseta taybet ya Imralî dijberiya xwe nîşan bide. Êdî dema azadkirina Birêz Ocalan hatiye, dive em bi daxwazên xwe, bi çalekiyên xwe yên demokratîk û berdewamî azadiya Birêz Ocalan misoger bikin.

Divê di serî de CPT, Dadgeha Mafên Mirovan ya ewropa, Yekîtiya Ewropa û Konseya Ewropa, Neteyên Yekbûyî û hêzên global, li hemebrî gelê Kurd binbarî û berpirsiyariya xwe bînin cih.

Kongreya Neteweyî a Kurdistanê KNK