Languages: English ‏سۆرانی‎

Koça dawî ya birêz Mam Celal di rewşa niha de xusarek mezin e

Mixabin îro 03.10.2017, birêz Cenabê Mam Celal, sekreterê Giştî yê Yêkitiya Niştîmanî ya Kurdistan û serokkomarê pêşîn yê Êraqê di temenê 84 saliya xwe de çû ser heqiya xwe. Di vê rewşa hestiyar de ku gelê Kurdistanê tê re derbas dibe, ji destdan a kesayetiyek weke Mam Celal xusarek mezin e. Birêz Mam Celal weke pêşmerge, siyasetvan û dîplomatkarek kurd, pitir ji 60 salên jiyana xwe da xizmeta doza Kurdistanê û azadiya gelê kurd. Di encama wê têkoşînê de, Ew bû yek ji sitûnên bingehînê şoreşa Başûrê Kurdistanê û xemxorên pirsa kurd li hemû perçên Kuridstanê. Li ser asta navçeyî û cîhanî jî, weke rêberek çalakê Kurd her tim li pey pirsa Kurdistanê bûye û hewl daye ji bo bi serxistina doza rewa ya Gelê Kurd dost û hevkaran peyda bike. Di wê riyê de Mam Celal li pir deriyan xist û di piraniya wan hewlên xwe de serkeftî bû.

Piştî hilweşîna rêjîma Baas a Êraqê jî, yek ji rêberên siyasî yên herî çalakê deverê bû ku ciyê penceyên wî li ser hemû bûyerên wê qonaxê diyar e. Ji ber wan çalakiyan bû ku Mam Celal karî nîşan bide ku hêjayê serokkomariya welatek weke Êraqê ye. Di gel hemû arîşe, netifaqî û aloziyên hundirîn û derveyî li Êraqê, wî karî wê qonaxê bi serkeftin derbas bike. Her di wê qonaxê de bû ku gelê kurd li Başûrê Kuridstanê di warê avadanî û abûrî de pêşketinên berçav bi dest xist.

Em li Kongireya Neteweyî ya Kurdistan (KNK)ê, ji ber ji destdan a Mam Celal pir xemgîn in. Em destpêkê serxweşiyê didin xwe, malbat û kesûkarên birêz Mam Celal, serokatî, endam û alîgirên Yêkitiya Niştîmanî û hemû gelê Kurdistanê. Em xatircem in ku ciyê Mam Celal di nava rûpelên geşê dîroka gelê me de wê her tim zindî bimîne.

Birêz Mam Celal, her tim xema hindê dixwar ku dengên cuda di enî û pilatformek neteweyî de kom bike. Ji xwe Yêkitiya Niştîmanî yek ji berhemên wê têkoşînê ye. Em bi hêvî ne ku rêwîngîyên riya Mam Celal xebata wî berdewam bikin û ji bo yêkitiyek neteweyî pêngavên çalak bavêjin.

Li Ser Koçî Dawi Mam Celal. Sorany
Konse ya Rêvebir ya Kongireya Neteweyî ya Kurdistanê – KNK
Brûksel, 03.10.2017