Languages: English ‏سۆرانی‎

Li Başûrê Kurdistanê Pêvajoya Referandûmê, Li Rojavayê Kurdistanê Hilbijartinên Komînan Bi Awayekî Serkeftî Rêveçûn

Li Başûrê Kurdistanê pêvajoya referandûmê bê ku problemekî mezin derkevi, bi awayekî asayî encam da. Gelê me çû ser sindoqan, dengê xwe kar anîn û îrada xwe diyarkirin. Ev helwesta gelê me bi serê xwe serkeftineke mezine. Pêwîste herkes, her hêz çi hundir çi li derve, ji îrade û vîna gelê me yê Başûrê Kurdistanê re, rêz bigre.

Di heman demê da li Rojavayê Kordistanê jî hilbijartinên komînan bê problem pêkhatin û bi awayekî serkeftî rêveçû, gihiştin encamê. Ev jî, ji bo gelê me serkeftineke mezine.

Em weke KNK, helwesta gelê xwe yê li Başûr û Rojava pîroz dikin û serkeftinê dixwazin. Em bang li Neteweyên Yekbûyî û hemî Cihanê dikin ku ji îradeya Gelê Kurdistanê re rêz bigrin. Bi vêve girêdayî em gef û êrîşa Turkîye, Îran û Êraqê bi tundî şermezar dikin. Em bang li hemî hêzên Kurdistanî dikin ku li hember van gef û êrîşan, bi yekdengî rawestin û yekîtîyek xurt dinavbera xwe de pêkbînin.

Bila pirsgirêkên me yên navxweyî, dagirkeran bi me nedin jibîrkirin!

Ber bidawî bûna referandûma Başûr û dengdana xelkê Rojavayê Kurdistanê ji bo sîstemeke federalî, hevpeymaniya siyasî û leşkerî ya Îran, Turkiye, Îraq û Sûriyê zêdetir û pratîktir dibe. Her weha dewletek wekî Rûsya jî di pratîkê de dikeve eniya wan de. Bombebarankirina Hêzên Sûriya Demokratîk ji aliyê balefirên cengê yên Rûsya ve li Dêra Zorê, di vê çarçoveyê de ye.

Di xebata azadîxwaz de hin caran, asta pirsgirêkên navxweyî, asta ku şoreşgeran hesab jê re danî ne, derbas dike. Pîlan û leystokên dagirkeran, gelek caran ne rasterast û di pişt perdê de, bi rengê şerê derûnî dikevin dewrê. Dagirker, gelek caran her weha bi şerê propaganda û derûnî zêdetir ji bikaranîna şîdetê, encamê digrin.

Gelê kurd birîndar e û di hedefa gelek pîlan û sextekariyên dagirkeran de ye. Di hundir de bê perwerde û bê xizmetguzarî ye, lê di heman demê de jî, hêdî hêdî xwe baş birêxistin dike. Di nav xelkê her çar parçên Kurdistanê de, di bîr û hizrê de yekîtiyeke netewî pêk hatiye. Gelek partî û rêxistinên siyasî, zêdetir nêzîkî hev dibin û berpirsyariyê radikin. Kurd di hêla dîplomasî, siyasî, leşkerî û xwe bi rêxistinkirinê de, pêşdikevin.

Îran, Turkiye, Sûriye û Îraq dest bi lêdana dahola nijadperestiyê kirine. Guya welatên wan têne parçekirin û destê hêzên derve li pişt kurda ne. Pirsgirêkên xwe yên mezhebî û herêmî datînin aliyekî, hevpeymaniya xwe ya dij-kurd nû dikin û zextê li dostên xwe yên hevbeş dikin ku di eniyekê de cih digrin. Dagirker bi kîneke mezin dixwazin zerarên mezin bidin hebûn û pêşeroja kurdan û wan sed salî şûn ve vegerînin. Lewra divê her Kurdistaniyekî azadîxwaz û dilsoz, bi disiplîn û cesûr be. Hesta nasyonalîstî ya teng ku ji fedakariyê dûr e, ne tenê ku qezanca wê nîne, ew her weha zerarek mezin jî dide têkoşîna me. Kurd divê zêdetir bikevine nav karê xwebexşîn, xwefedakirin û xebateke bêwestan. Zimanî siyasî, divê aram û çêkêr be.

Şerê kurda, ne li dijî ti neteweyekî, lê li dijî sîstemên dagirkeriyê ye. Em kurd dikarin ji aliyê leşkerî, rêxistinî û dîplomatîk ve, vê sîstemê bixin bin zextê, lawaz û neçarî teslîmbûnê bikin. Em dikarin dagirkeran di nav wan bixwe de, bi pirsgirêkan re rû bi rû bihêlin, neçarî aloziyên bi hev re bikin, hevpeymanî û hevsengeriya wan bişkînin û bi vî awayî sûdê ji netebayî û berjewendiyên wan bigrin. Serketina me, nabe demkî be. Divê bibe bingeha jiyaneke azad û mayînde ji bo nifşên tên. Gelek nakokiyên van çar dewletan hene ku em dikarin ji wan sûdê werbigrin. Nabe em karekî wesa bikin ku em wan li dijî xwe, nêzîktirî hev bikin.

Kongra Netewî ya Kurdistanê, ji her takekesekî kurd dixwaze, bi têgihiştineke rast nêzîkî pirsgirêkên xwe yên navxweyî bibin. Ti pirsgirêk ji hedê wê zêdetir neyê mezin kirin û hewldana çareserkirinê were dayin. Divê em zêdetir rê bidin ciwan, jin, kêmîne û pêkhateyên cuda. Ew dikarin eniyên azadîxwaziyê bihêztir bikin. Di vê asta diyaloga niştimanî bilindtir û sînor berfirehtir bibin. Divê atmosfereke demokratîk bê saz kirin ku hin caran gotinên bê zad jî tê de werin gotin. Ev yek dibe serçaveya hêza me ya şoreşgerî.

Jî bo yekîtîya neteweyî çêbe û bê xurtkirin, ev demeke KNK di nav xebatekî berfireh da ye. Ji bo vê jî rêze şêwiran pêktîne. Şêwira Yekîtîya Neteweyî ya pêşî, 15-16ê Tîrmeha 2017an da li bajarê Silaêmanî yê pêkhat. Pîştî wê, Şêwira Rojhilat 16-17ê Îlona 2017an li Stockholm ê pêkhat. Şêwira Rojava 01-02ê Cotmeha 2017an, Şwira Ewropa jî 13-14ê Cotmeha 2017an da pêktê. Wê şêwirên parçên din jî, di demeke kurt da bêne çêkirin. Piştî şêwirên parçeyan, Şêwira Yekîtîya Neteweyî ya mezin wê bê sazkirin, di wê şêwirê de, ji bo kongreya giştî komîteyek ya amadekar dê bête hilbijartin. Di vê dema hesas da ev xebat jibo yekîtîya neteweyî xebatên giring û pêwîstin. Em bang li hemî hêz, partî, rêxistin û kesên peywendîdar dikin, mil bidin vê xebata KNKê û beşdarê van şêwiran bibin û yektîya neteweyî xurt bikin.

Em ji her hevwelatiyekî xwe yî dilsoz dixwazin, di vê çarçoveyê de tevbigerin, beşdarî kar bibin, ber bi hev ve biçin, xwedûrgirtinê nekin, li pişta hêza pêşmerge, gerîlla, yekîneyên parastina gel û polîs bin, serdana wan bikin û piştgiriya xwe bînin ziman. Em her weha daxwaza sazkirina artêş û fermandariyek hevbeş û di zûtirîn dem de, sazkirina kongreyek berfireh a Kurdistanî bikin.

Serketin ji bo xebata azadîxwaz a xelkê Kurdistanê!

KNK Referandûma Başûrê Kurdistanê SORANÎ
Konseya Rêvebir ya Kongra Netewî ya Kurdistanê
27/9/2017