Languages: English ‏سۆرانی‎

Li ser rewşa Kurdên Feylî û navçeyên Kurdistanî yên derveyî herêma başûrê Kurdistanê

Bi xemgînî û nîgeraniyeke mezin ve, em wek Komîteya Kurdên Feylî ya KNKê, bûyer û pêşhatên di navbera hikûmeta navendî ya Îraqê û herêma Başûrê Kurdistanê de qewimin dişopînin. Komîteya Kurdên Feylî ya KNKê, kerba xwe nîşan dide ku alozî gihiştîye asta bi karanîna şer û zorê. Em dibînîn kû operesiyon û pevçûnên leşkerî bandora xwe li ser aramîya siyasî, civakî û jiyanê bi giştî kirîye. Rewşa jêrxana bingehîn têk diçe, bi taybetî li deverên naverasta Îraq û navçeyên Kurdistanî yên derveyî sînûrên herêma Kurdistanê û ku cihnişînên wê piranî Kurdên Feylî û pêkhateyên cuda yên etnîkî û dinên cuda ne.

– Gef û zorîyên berdewam ji alî rêveberên dewletê û berpirsên hêz û partiyan û kesatiyên baladest û heta rewşenbîrên Ereb jî, li dijî hebûna kurdan di navçeyê de, bi taybetî navenda Bexdayê û bajarên din yên ku heyameke dirêje heta berî hatina Îslamê jî xelkê me lê dijîn.

– Ew bajarên ku piraniya xelkê wê Kurd in, mîna Mendelî, Xaneqîn, heya digehîje Kerkûk û Şengalê, ji herî bakûrê rojava li ser nexşeya Îraqê heta jêr, leşker û ordîyên dewleta Îraqê kirine serbazgeh – leşkergeh û serederiya wêranker û talanê dikin. Xelkê deverê jî bê rêxistin û pilan bersîva wan didin. Lew di bûyeran de zirar û xesareteke giyanî û birîndarbûn jî rûdan, herweha na aramî û êmnahîyeke tirsenak li pey xwe hiştiy e.

– Dewlet û hikûmeta Bexdayê ti sebebên qanonî û exlaqî ji bo van êrîş û destêwerdanên leşkerî nîşan nedan. Li hember vê hikumet û desthiltdarên herêma başûr jî, nekarîn wan deveran û xelkê wê biparêzin, ew navçe bi xelkê wê ve bê kes û tenê hiştin. Rexmê hindê ku hikûmeta herêma başûrê Kurdistanê helwest li ser wê deverê li jêr madeya destûrî ya Îraqê (madeya 140) heye û bi neçareserî hatiye hilawîstin.

– Bi salane hewlên dijêhev yên di navbera dewleta navendî û hikûmeta Hevlêrê û hêzên siyasî yên girêdayî bi van aliyan ve, ew dever û navçeyên han hatine jibîrkirin. Jêrxana aborî têde hat xerabkirin û rewşa jiyanê ber bi xerabiyê ve çû. Di demekî de deng û rengê xelkên deverê, ji ber amadenebûna nûnerên wan li navenda biryarê, hem li bexda û hem li hewlêrê egerê serekî bû.

Em wek Komîteya Kurdên Feylî ya KNKê, hemû corên êrîşkarî û zorîya hovane ya bûyerên vê dawîyê şermezar dikin. Banga vegera aramî û aşitîyê ji bo deverê dikin û daxwaz dikin:

1. Pêwîste hemî hêzên leşkerî ji deverê dûrkevin û dawî li destwerdana leşkerî bête dan û asayişa deverê radestî polîsên navxweyî bête kirin û ew rêveberîyê bikin.

2. Biryar bête dan ku ev navçe bi temamî ji çek û hegemonya leşkerî bête vala kirin, ew hêzên bi projeyên xwe ku ti carî ne di berjewendîyên xelkê deverê ne. Bi amadebûna wan tenê ew dever dibîte meydana milmilanê û nakokîyan.

3. Derfetên ji bo bûna vê deverê wek devereke aram û dûr ji şer û nakokiyan, tenê bi avakirin û damezirandina rêveberiyeke xweser û bi hêzkirina na merkezîyê misoger dibe. Ji wê de dikare pêşkeftinên civakî û siyasî bi dest ve bêt û xelkê me li jêr pêşkeftin û firseta jiyaneke azad û aramî de bijîn.

4. Ev dever, ku bibe meydan û zemîneyeke pêşkeftî, bi ezmûna xwe ya dîrokî ji bo devereke aram û pêkvejiyanê bê guhertin, li hemû aliyekî ve dê bibite pira aştîyê di navbera xelkê wê û xelkên derdorê.

5. Daxwaz ji her du desthilatan (navend û herêmê) dikîn ku bi ciddî hevkarîya wan deveran bikin, ji bo avakirin û pêşvebirina civakî û jiyanî. Ew jî bi rêya butceyeke serbixwe bo deverê bête texsîskirin.

Em dîsan daxwaz û pêşniyarên xwe tekez dikin û xwe bi girêdayî prensîbên exlaqî yên jiyana hevpar ve dibînin. Herweha amadeyîya xwe ji bo hevkarî kirna hemû gropên etnîkî û dînî û hêzên siyasî nîşan didin, li ser esasê xalên li jor.

Herweha Em bangî sazîyên navdewletî, di serî de NY û YE û dewletên herêmê û dewletên girhêz û hemû rêkxistinên navneteweyîyên mirovdost dikin, ku piştgîr û hevkar bin, ji bo pêngavên damezirandina herêmeke aram û aşîtiyane.

Daxuyanîya komîteya kurdên feylî. Erebi

Daxuyanîya komîteya kurdên feylî. Sorani

Komîteya Kurdên Feylî ya KNKê
28.10.2017