CONGERS NATIONAL KURDISTAN ( KNK ):
Rue Jean Stas 41 ,1060 ,Bruxelles
tel:00 32 2 647 30 84
fax:00 32 2 647 68 49
e-MAIL : info@kongrakurdistan.net
Daxuyanîya Konseya Rêvebir ya KNKyê
Submitted by kongrakurdistan on Sat, 08/03/2008 - 00:00Konseya Rêvebir ya KNKyê di 8ê Adarê, roja ”Jinên kedkar yên cîhanê” da kom bû. Bi vê munasebetê her di serî da, konseya rêvebir bihayekî mezin da xebat û têkoşîna jinên kedkar yên Kurd û hemû cîhanê û ev roja bihadar li hemû jinên Kurd û yên cîhanê pîroz kir. Jinên Kurd pêkve kedkar in û di bin zulmeke nedîtî da ne. KNK, zordestîya li ser jinên Kurd ya li mal, li derve, li kar rûreş û şermizar dike û piştgirîya herî mezin nîşanî jinan dide. Jina Kurd, bi cihgirtina li nav refên şoreşa Kurdistanê ya leşkerî û polîtîk xwe jî mezin kirîye, pêkve xelkê Kurd jî serbilind kirîye.